Li Kerkûkê tomarkirina xwendekarên nû ji sedî 50 kêm bûne. Em dikarin bêjin ku xwendina Kurdî li Kerkûkê ber bi tinebûnê ve diçe. Sedema wê ew e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe daye alîkî.

Li Kerkûkê xwendina zimanê Kurdî ji bela gelek pirsgirêkan di rewşeke ne baş de ye. Ji bo vê yekê mamosteyên Kurdî dibêjin “Kurdî di krîzê de ye”.

Li Kerkûkê kêşeya perwerdehiya bi Kurdî ne nû ye. Ev bû deh sal in, ev kêşe nehatiye çareserkirin. Jixwe piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û şûnde jî pirsgirêk hîn zêdetir bûn.

Li Kerkûkê 500 dibîstanên girêdayî Rêveberiya Xwendina Kurdî hene. Lê piraniya van dibistanan kevn in, û di salên 1970-1980’an de hatine avakirin. Zêdetirî 105 hezar xwendekar li beşên zimanê Kurdî de li parêzgeha Kerkûkê dixwînin. 7 hezar xwendekar û karmend jî erkdar in. Mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî rexne li wê yekê dikin ku wekî xwendina ser bi Wezareta Perwerdê ya Iraqê giringî bi wan nehatiye dayîn.

Ji xwendinê qut bûn

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ji ber koçberbûnê gelek mamoste û xwendekar ji xwendinê qut bûn. Ev yek jî metirsiyek mezin li cem dilsozên xwendina Kurdî çêkir. Lê piştre vegeriyan bajêr û car din dest bi xwendina xwe kirin. Li gorî rêveberên perwerdê diyar dikin, jimara mamoste û xwendekarên ku heya niha nevegerîne Kerkûk gelek kêm in.

Dijbertiya li xwendina Kurdî

Yek ji mamosteyên perwerda zimanê Kurdî Perwîn Fatih axivî û rexne li Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Perwîn Fatih got: “Hikûmeta Herêma Kurdistan wekî pêwîst bi mere nabe alîkar. Di ser vê yekê re li Kerkûkê hikûmeta Iraqê dijbertiyek mezin li hemberî xwendina Kurdî dike.”

   

Di nava du hikûmetan de asê mane

Sîstema xwendina Kurdî li Kerkûkê bi ser Wezareta Perwerdê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lê ezmûn bi ser Iraqê ne. Derheqa vê yekê de jî Perwîn Fatih got: “Em di nava du hikûmetan de asê mane. Pêwîst e, hikûmeta Herêma Kurdistan rewşa xwendina Kurdî li vî bajarî yekalî bike. Hikûmeta Herêma Kurdistan bi yekcarî xwe ji xwendina zimanê Kurdî daye alîkî. Heya niha em beşdarî tu semîner, panêl an jî konferansek ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo pêşxistina perwerdê hatibe lidarxistin nebûne.”

Li Kerkûkê xwendina Kurdî di krîzekî mezin de ye

Endamê Desteya Parastina Mafê Mamostayan Karzan Mihemed jî got, li Kerkûkê xwendina Kurdî di krîzekî gelek mezin de û wiha axivî: “Li Kerkûkê tomarkirina xwendekarên nû ji sedî 50 kêm bûne. Em dikarin bêjin ku li xwendina Kurdî li Kerkûkê ber bi tinebûnê ve diçe. Sedema wê ew e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe daye alîkî”

Mamoste bi têra xwe nikarin karê xwe bikin. Ji ber ku di navbera herêmê û Bexdayê de mane û ji derfetên herêmê û Bexda bêpar in. Lewma mamosta ji erkên xwe sar bûne.

Pirsgirêkeke din îsal ji bo dibistanên Kurdî derketiye. Ev jî kêmbûna pirtûkan bû. Ji ber ku ji ser sedema hebûna nuqteyên gumrika di navbera Kerkûk û Silêmanî û Hewlêr û Kerkûkê de hatin dayîn û wergirtina bacek zêde, pirtûkên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê negihiştin Kerkûkê û ji bo wezaretê hatin vegerandin. Lewma îsal xwendekar pirtûkên kevin bi kar tînin.”

Dev ji karên xwe bernedan

Li gel van hemû pirsgirêkan jî, Rêveberiya Xwendina Kurdî yekane rêveberiya Kurdî ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an li Kerkûkê karên xwe berdewam dike.

 

 ROJNEWS/KERKÛK