
Li dijî nuqteya ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên artêşa Iraqê û navenda Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ya li Taxa Mûsalla ya Kerkûkê de, çalakiyek hate lidarxistin. Hat ragihandin, ku di çalakiya kiryarê wê ne nediyar de kuştî û birîndar hene.
Çalakiya navbbirî, pêr bi şev, saet nêzî 22:00’an, li dijî du nuqteyên kontrolê yên di bin kontrola artêşa Iraqê ya li Leylanû Domîzlî û navenda Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ya li Taxa Mûsallayê bi rê ve çû. Nehat zanîn bê ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin, hat ragihandin ku kuştî û birîndar hene.
NAVENDA NÛÇEYAN