Cejna Newrozê li Kerkûkê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê pêk hat.Pîrozbahî li qada Şîwesur a Kerkûkê bi şîara, 'Bi ruhê berxwedana Şêladizê em ê dagirkeriyê têk bibin û yekîtiya neteweyî ava bikin' û 'Em Newroza îsal bikin Newroza aştî û jiyana bi hev re ya gelên Kerkûkê' hat li darxistin.

Agirê Newrozê bi dirûşmeyên, 'Bijî berxwedana Leyla Guven', 'Bijî berxwedana zîndana', 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî gerîla' hate pêxistin.

Xwedî siyaseteke hevbeş bin

Di pîrozbahiyê de peyamên Hevserokatiya Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiya Gel, RJAK, Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistan û gelek peyamên din hatin xwendin.

Di peyaman de hate diyar kirin ku Newroz sembola azadî û berxwedana gelê Kurd e. Gelê Kurd wê ti demê dest ji mafên xwe bernede.

Herwiha daxwaz ji hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin ku kar ji bo yekitiya neteweyî bikin û xwedî siyaseteke hevbeş bin.

Bi stranên xwe gel coşandin

Di pîrozbahiyê de koma mûzîkê ya Mezopotamya, Koma Şehîd Serhed, Hunermend Rotînda, Berhem Şemamî, Talib Şiwanî û çend hunermendên din derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Şahî bi gerandina govendê dawî bû.

 

ROJNEWS/KERKUK