
Bi pêşketina teknolojiyên cûda re çêkirina nan her diçe bi mekîneyan tê kirin. Lê hîna dawî li pîşeyê kevin ya çêkirina tendûrên ji axê nehatiye. Hinek malbatên li taxa Musela ya Kerkûkê, ev gelek sal e tenûrên ji axê çêdikin û piştre derdixînin bazarê. Ji ber tehma nanê tenûrê, daxwazên kirînê ji bajarên din yên Iraqê û welatên derve de ji tên.
Têkildarî çêkirina tendûrên axê Serwer Ebdullah tîne ziman ku ev 10 sal in ku karê çêkirina tenûrên axê dike û dibêje: “Ez ji karê xwe hez dikim. Ji ber ku ev gelek sale ez debara malbata xwe pê dikim. Em bi awayê ekîp kar dikin û rojane gelek tenûran çêdikin.”
Li ser şêwaza çêkirina tenûrên axê ji Serwer Ebdullan dibêje: “Destpêkê em axa sor amade dikin. Hemû ax ji bo tendûran kêr nayên. Divê axeke çir be. Piştre çend rojan em axê di nav avê de dihêlin û tevlî hev dikin. Dema ku me baş tevlî hev kir, êdî em dest bi çêkirina tenûrê dikin. Di rojekê de em binyata gelek tendûran dideynin. Rojane em beş beş tenûran çêdikin, heya di gihije qonaxa dawî ya tendûran. Ji bo tenûr ne derizin û neşikin, em xwê û kayê tevlî dikin. Piştî ku çêkirina tenûran bi dawî bû, em difiroşin xwediyê firin û malan. Her wiha ev tenûrane ji bo welatên Tirkiye, Sûrye, Îran û Iraqê ji tên şandin. Nirxê tenûran ji 80 hezar dînarê Iraqî destpê dike heya 180 hezar dînarî diçe.”
KERKÛK