Piştî ku operasyona Ş. Agirî û Ş. Herdem bi dawî bû, hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat li başûrê herêma Kobanê dest bi operasyoneke berfireh kir a bi navê “Dilsoziya bi şehîdên gundê Girik, Ş. Êvar, Ş. Egîd, Ş. Şiyar, Ş. Demhat û Ş. Devrim” ku di 22’yê sibata borî de jiyana xwe ji dest dabûn.

Operasyon 50 km li başûrê bajarê Kobanê, saet di 08.00’an de li xeta girê Sêdar heta Navenda Şehîd Emîn a li gundê Şehîd Qert li qadeke 15 kîlometreyan dest pê kir. Di vê operasyonê de şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat gelek çalakî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û di encama 24 saetên dawî de 3 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyan paqij kirine. Gundên hatine rizgarkirin ev in: “Bîrhemlî, Gewande, Dafiya”. Her wiha girê Ş. Hecî yê gelekî stratîjîk jî hat rizgarkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer de daxuyaniyek weşand û got biqasî ku hatiye tesbît kirin di şerê navbirî de di roja 214’emîn de herî kêm 6 endamên çeteyan hatin kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 2 şervanên YPG’ê yên di serkeftina operasyonê de bi roleke girîng rabûne jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. 


 KOBANE