
Kobanê bi operasyonên YPG û YPJ´ê pêr û doh destmal û alên şervanên xwe li ber bayê azadiyê dihejîne. Çeteyên DAIŞ´ê bi xwe dest bi reva ji bajêr kirin. Nuqteyên dawî yên li bajêr yek bi yek ji çeteyan tên paqijkirin.
Şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kobanê de taxa Kaniya Kurdan, dibistana Tişrîn bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Operasyon li girê Kaniya Kurdan û taxa Miqtel dewam dikin.
Kaniya Kurdan rizgar e
Şervanên YPG’ê doh saet derdora 12.00’an li eniya rojhilat li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de ku doh dema amadekirina nûçeyê de hîna dewam dikir, heta niha taxa Kaniya Kurdan û dibistana Tişrîn bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin.
Rêya Helincê ji çeteyan hat paqijkirin
Li aliyê din rêya bingehîn a Helincê, ji çeteyan hat paqijkirin. Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA'yê ragihand doh hêzên YPG/YPJ'ê rêya li rojhilatê Kobanê ya diçe Helincê ji çeteyan paqij kiriye û ev dever azad bûye.
Di heman demê de Qesra Bozan Begê, ku nuqteya dawî ya Taxa Miqtel a li başûrrojhilatê Kobanê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
“41 çete hatin kuştin"
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê jî der barê şer û operasyonên paqijkirina Kobanê yîn pê der daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama şer de 41 şete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê ragihand ku şervanên YPG/YPJ'ê pêr bi şev li tevahiya eniya rojhilatê bajer operasyoneke hemwext dane destpêkirin. YPG'ê ji xeta sînorê bakur heta bi girê Miştenûrê de 4 rêyên din bi pêş de çûye. Şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyan xistin û dest danî ser gelek cebilxaneyan.
YPG'ê diyar kir ku di vê operasyonê de 41 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin. 14 termênçeteyên kuştî di destên şervanên YPG/YPJ'ê de ne. YPG'ê ragihand ku di encama şer de şervanên wan dest danîne ser gelek cebilxane yên weke çeka katuşa ya 4 lûle, doçkayeke 23, doçkayeke 14,5 û hejmareke zêde amûrên leşkerî hatine desteserkirin.
YPG'ê da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê li gundên rojhilat û başurrojhilatê Kobanê hin operasyon pêk anîne. Li ser rêya gundê Helincê yek, li nêzîkî gundê Kîkan jî wesayîteke leşkerî ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatiye rûxandin û hêjmara kuştiyan di wesayîtê de nehat zelalkirin.
KOBANÊ
Pîrozbahiyên ji bo Kobanê
Kurdistaniyên ku li her dera lê dijîn dilê wan bi Kobanê re lê dida bi pêngava rizgarkirina Kobanê ya di roja 135. de ketin nava coş û heyecaneke mezin. Di kêliyên ku bermayiyên çeteyên DAIŞ'ê yên dawî ji Kobanê dihatin paqijkirin de çalakiyên pîrozkirina pêngava rizgariya Kobanê dest pê kirin. Amedî li ber avahiya DBP'ê ya Amedê hate cem hev û dest bi pîrozbahiyan kir. Girseya ku li ber avahiya DBP'ê bi sirûda govend girtin dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz dikin. Tê payîn bi fermî ragihandina rizgarkirina Kobanê re li tevahiya Kurdistanê û derveyî welêt şahî û çalakiyên pîrozbahiyê dest pê bikin.
AMED