Li Kobanê bi beşdariya bi hezaran kesî, li dijî sîstema tecrîdê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û êrîşên li ser gelê Kurd  bi navê "Bi hev re ji bo em sîstema Îmralî hilweşînin, ji bo serkeftinê şoreşên gelan dewam bikin" meş hat lidarxistin. Meş ji aliyê  Tevgera Civaka Demoqratîk(TEV-DEM) ve hat lidarxistin û li Qada Azadiyê ya li Kobanê dest pê kir.

Di meşê de tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan bal kişand û beşdarên meşê alên TEV-DEM ê û wêneyên Rêbarê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan. Çalakgeran bi pankart û sloganan tecrîda giran ya li Îmralî protesto kirin û ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike xwestin tavile polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe.  Piştî meşê Endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM ê Şahoz Hesen axivî û tecrîda ku li ser Rêber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û zextên li girtîgehan şermezar kir. Di dawiya axaftina xwe de Hesen bang li Gelê Kurd kir yekîtiya xwe bi hêz bike û destnîşan kir ku gelê Kurd tenê dikare bi yekitiyê lîstikên li hemberî xwe pûç bike. 

ANF/KOBANÊ