Şêniyên kantona Kobanê, beşdarî bîranîna 177 cangoriyên azadiyê bûn. Bîranîn li Goristana Şehîd Dicle pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Desteya Rêveber a Herêma Firatê Ehmed Xoce axivî. Xoce şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî û got: “Bi keda van şehîdan xaka me ji tarîtiya DAIŞ‘ê rizgar bû û gel di bin banê projeya netewa demokratîk de di nava aramî û aştiyê de ne. Lê çavê dewleta Tirk a dijmin barnebû ji ber ku DAIŞ‘iyên wê têk çûn. Ji ber vê jî êriş dike; dixwaze îradeya gelan bişkîne û projeya netewa demokratîk têk bike, lê em naşkên em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin û destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”
ANHA/KOBANÊ