
Bexçe li gundê El-Qenaye yê rojavayê Kobanê di bin çavdêrî û rêveberiya Desteya Çandinê dê bê meşandin.
Komîteyê tovên xiyar, bacanên reş, xirtik û frengiyan ji kantona Cizîrê anîn û beriya 45 rojan ji bo şitlan hatibûn çandin. Bexçeyê yekem li ser zeviyekî firhiya wê 20 doniman hatiye çandin. Komîteyê navê Kobanê li bexçe kir. 50 karker di bexçe de kar dikn.
Di dema vekirina bexçe de şaneyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kobanê ku ji Cîgira Hevserokê Meclîsa Rêveber Bêrîvan Hesen, Seroka Desteya Jinan Emîna Bekir, Serokê Desteya Çandiniyê Mehmûd Bozan pêk dihat, amadebûn.
KOBANÊ