Saziya bi navê Re-Build a li Londrayê xebatên xwe dimeşîne, li avahiya rojnameya The Guardianê bi navê ‘Pirsgirêk, Berxwedan û Li Cihê Te Bûma’ pêşangehek vekir û Kurdistan jî kir mijara xwe. Di pêşangehê de gelek wêneyên ku rûxandina Kobanê, berxwedan û serkeftinê didin nîşan, cih girt. Dê dahata pêşangehê ji hêla weqfa Re-Buildê ve bişînin Kobanê û ji bo Kobanê dibistaneke ekolojîk ava bikin. Di pêşangehê de wêneyên wênekêşên navdar ên wekî Frederic Lafargue, Maryam Ashrafî û Antonio Olmos cih girtin.

Mala jinan jî heye

Organîzatora bi navê Zeynep Kurban diyar kir ku ew wek Weqfa Re-Build ji bo Kobanê û bajarên ku di şer de hatine rûxandin, xebatan dimeşînin û ev tişt got: “Ev wêne aîdê wênekêşên me ne û me bi armanca serwextiyê ev pêşangeh vekir. Dê bi dahata van wêneyan li Kobanê eko-dibistanek bê çêkirin û em dixwazin serwextbûnekê jî bidin avakirin. Di vê pêşangehê de wêneyên 3 wênekêşên ji Fransa, Meksîka û Kurdistanê cih digirin. Dîsa ji bo ku zarok zêdetir bi xwezayê re bikevin nav danûstandinê, me xebatên xwe yên dibistanê li Kobanê zêde kirin. Her wiha dî bernameya me de maleke jinan û parkeke zarokan a ekolojîk jî heye.”

Wêneyê destpêkê 

Wênekêşa bi navê Maryam Ashrafî jî bi wêneyên xwe yên ji Sûriye, Iraq û Kobanê di pêşangehê de cih digire. Ashrafî hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez bawer dikim ku vê pêşangehê di aliyê serwextiyê de rola xwe lîstiye. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de hemû cîhanê Kobanê nas kir û ji êşên hev du fêm kirin, piştre ev mirov çi bûn? Dema ez fikirîm ku ji bo jinûveavakirina bajêr divê çi bê kirin, tişta destpêkê hat bîra min wênekêşî bû. Divê em wek wênekêşek ku biçin cihekî wêne bikişînin û piştre çi dibe bila bibe, pişta xwe nedinê. Ji bo alîkariya wir çi ji destê me bê divê em bikin. Dema mirovan bajar ji nû ve ava kir, divê em bibêjin ‘hûn ne bi tenê ne’ û alîkariyê bidin wan.”

Wênekêşê navdar Frediric Lafargue jî wêneyên wî gelek caran di bergên rojnameyên wekî Guardian, Times û Independentê de cih girtine. Lafargue aşkera kir ku di pêşangeha Re-Buildê de cih girt û ev yek ji bo wî serkeftineke mezin e û wiha pê de çû: “Peyama mina ji bo kurdan ew e ku divê ruhê xwe yê motîvekirî xurttir bikin. Ev zûkahiyek e divê hemû cîhan ji vê biryardariya me ya têkoşînê re şahidiyê bike. Divê ev biryardarî bidome. Cîhan jê we bawer e. Ez dikarim tenê ji bo wan şansê bixwazim. Di her qadê de gelek bi tecrube ne. Ji bo beşdariya vê pêşangehê ez gelekî serbilind im.”


LONDRA