Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Kobanê di encama amadekariyên ku hatine meşandin de, dibistanên gundên Pêndira Mezin û Qoşliya Jorîn ji nûve vekirin. Navê dibistana Pêndira Mezin wekî Dibistana Şehîd Salih û navê ya gundê Qoşliya Jorîn jî wekî Dibistana Şehîd Baran hate guherandin. Cangoriyên ku navên wan li dibistanan hatine kirin jî, welatiyên ku di nava refên YPG’ê de jiyana xwe ji dest dane. Salih Mele Xelîl di berxwedana gundê Cib El-Ferec de, Baran jî li gundê de xwe Qoşliyê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye.
172 şagirt perwerde dibînin
Li Dibistana Şehîd Salih zêdetirî 100 zarok li 4 çar fêrgehan dersê dibînin. Li dibistanê qeytkirina zarokan jî dom dike. Li dibistanê 5 mamoste dersên Kurdî, Erebî û Îngilîzî didin. Li Dibistana Şehîd Baran jî 72 şargirt li 4 fêrgehan dersan dibînin. Li vir jî 7 mamoste zarokan perwerde dikin. Piştî vekirin pêdiviyên xwendekaran ji aliyê mamosteyên SZK`ê ve hatin belavkirin.
ALJÎN HEMO/ANHA/KOBANÊ