Bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê û di bin dirûşmeya “Deryayê hunerê û azadiya jinên ciwan” Yekitiya Jinên Ciwan festîvalek bi navê Şehîd Stêrvan a jinên ciwan li bajarê Kobanê li dar xist.  Doh çalakiyên festîvala Jinên Ciwan li bajarê Kobanê pêk hat. Festîval li daristana Kobanê ya li aliyê rojavayê bajêr hate lidarxistin. Bi sedan kes ji herêma Firat û Minbicê tevlî festival bûn.

Festîval bi gelek axaftinan dest pê kir. Di nav de bi navê endama Rêveberiya Kongreya Star Almaz Romî axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava pîroz kir û bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kir ku beşdarî rêvebirina civakê bibin û di qadên jiyanê de xwe birêxistin bikin. Paşê ji fermandarên YPJ`ê Mizgîn Kobanê axivî û serkeftinên ku jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bidest xistin, pîroz kir.

Koman reng da festîvalê

Piştî axaftin bidawî bûn, komên hunerê di nav de koma Kevana Zêrîn a dîlana folklorî û koma Şehîd Viyan Peyman a stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha di festîvalê de cil û bergên folklorî yên jinên herêmê ji Kurd, Ereb û Çerkes hate pêşandan.

Di festîvalê de her wiha dayîkan xwarinên kevn ên Kurdan pêşandan, her wiha turnuveya fotbolê ya jinan hate lidar xistin.

 ANHA - KOBANÊ

 

Ji bo Kobanê stadyûm

Beriya hefteyekê, desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê dest bi projeyeke sporê mezin a avakirina stada futbolê kir.

Li bajarê Kobanê 2 stadên ne aktîv hene, ji ber nebaşiya wan gelek lîstikvan birîndar bûn.

Stadên li bajêr biçûk û nabe ku turnoveyên fermî tê de çêbibin, ji ber biçûkbûna stadê divê di serê her tîmekê 6 kes bilîzin û lîstikgehên fermî hejmara lîstikvanên her tîmekê 11 kes in.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Bozan Berkel diyar kir ku deste plan dike, stadeke bi dirêjiya 150 û firehî 70 metre ava bike.

Her wiha 74 holên din taybet ji bo Taykwendo, werzîşa bedenê û lîstikên din ên sporê ava dike. Berkel diyar kir ku tê payîn proje salekê bi dawî bibe.

OMER MIHEMED/SAMIR OSMAN / ANHA/KOBANÊ