
Li Kantona Kobanê bi şîara “Çanda azad berhema xwîna şehîdan e” yekem konferansa Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê bi beşdariya 250 endaman, yekem konferansa Çand û Hunerê hat lidarxistin. Her wiha 15 endamên Navendên Çand û Hunerê yên Kantona Cizîrê, Endamên Saziyên Malbatên Şehîdan û bi dehan endamên saziyên sivîl ên kantonê, amade bûn.
Di konferansê de, ev biryar hatin girtin:
* Di kar û xebatan de azadiya Ocalan esas girtin.
* Pêşxistina xebatên çandê di civakê de û aktîfkirina rola wê di şoreşê de.
* Di çarçoveya neteweya demokratîk de, Xizmeta hemû gelên herêmê.
* Li hember koçberiyê rawestandin û teşwîqkirina vegera welat.
* Komkirina arşîva şehîdên Çand û Hunerê.
* Heftiyê carekê perwerde dîtin.
* Vekirina Akademiyên Çand û Hunerê li gundan.
* Avakirina Yekîtiya Hunermendan.
* Pêşxistina hobiyên zarokan û lidarixistna mihrîcanên zarokan.
* Avakrina Komîna Sînema.
* Pêşxistina waneyên çandê û şanoyê.
* Programeke heftane li ser çanda Kurdî.
ANHA / KOBANÊ