Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Kobanê bi tevlîbûna nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kongreya xwe ya yekemîn ya bajar lidar xist. Kongre bi tevlîbûna 150 endamên meclisên PYD`ê yên herêma Kobanê û bi beşdariya nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner ya bajar bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongrê de Desteya Rêvebir a PYD`ê Nûrî Mehmûd axaftina vekirinê kir û bixêrhatina mêvanan kir. Di kongrê de nûnerên Partiya Çepa Demokrata Kurd, Partiya Çepê Kurd, Partiya Komonîst a Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Rêxistina Yekîtiya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  axivîn û lidar xistina kongreyê pîroz kirin. Di axaftinan de her wiha hate diyar kirin ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdarî civîna Cenevra-2 bibin.
Piştî axaftina peyamên pîrozbahiyê ku ji gelek sazî û rêxistinên sivîl hatibûn şandin hatin xwendin.
Di kongereyê de rapora rêxistinî û siyasî her wiha ropora xebatên partiyê hatin xwendin û ji aliyê endamên kongreyê ve hatin nirxandin.
Di encama nirxandinan de jibo xebatên dema pêş biryar hatin girtin. Biryarên di kongeryên de hatine girtin wiha ne: “Ji bo perwerdeya endamên Partiyê Akademiya Siyasî bê vekirin; - Rêxistina partiyê li herêmê bê fereh kirin; -Asta tevlîbûna jinan di nava partiyê de bê bilind kirin;  Rêxistina ciwanên Partiyê bê fereh kirin.”
Di dawiya kongreyê de 21 jin, bi giştî 42 endam ji bo rêveberiyên bajarê Kobanê û gundên derdorê hatin hilbijartin.

KOBANÊ