Bi dirûşmeya “Em bi hev re çanda xwe biparêzin” 1’emîn Mihrîcana Govenda Gelêrî û Hûnerî ya herêma Firatê doh çêbû.
Desteya Çand û Hûnerê ya herêma Firatê bi dirûşmeya “Em bi hev re çanda xwe biparêzin” 1’emîn Mihrîcana Govenda Gelêrî û Hûnerî ya herêma Firatê li Navenda çand û hûner a Baqî Xido ya Kobanê bi rê ve çû.
Komên govendê ên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen beşdarê mihrîcanê bûn.
Derbarê armanca lidarxistina mihrîcana govenda gelêrî de endama komîteya govendê Evîn Berewa got, “Me xwest ku em vê mihricana govenda gelêrî li dar bixin, da ku netewên li herêma Firatê, reng û çanda xwe bi hev re parve bikin. Govend ruhê herî xurt e ku mirov çanda xwe bi rêya wê biparêze.”
Her komê bi cil û rengên xwe yên gelêrî govenda xwe pêşkêş kir. Di dawiya mihrîcanê de jî dê hemû koman xelat wergirtin.
Evîn Berewa li ser armanca mihrîcanê wiha dewam kir: “Armanca sereke ya vê mihrîcanê ew e ku em yekîtiya hemû netewên herêma Firatê bidin diyarkirin. Çanda hemû gelan her tim hatiye tinekirin. Lê em hewl didin ku em bi rêya mihrîcanên bi vî rengî, çanda xwe biparêzin. Ji bo vê jî li darxistina vê mihrîcanê bersiveke ji bo hemû neyaran e. Ji ber ku neyar her tim çanda gelan hedef digire.”
ANHA / KOBANÊ