
Rewşa dawî li Kobanê çawa ye?
Êrişên çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û bi beşdariya bi hezaran çetayan a li ser Kobanê ji despêkê ve berdewame. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li hemberî van êrişan liber xwe dan. Herî dawî Tirkiyê alîkariya DAIŞ’ê kir û ji bo êrişên li ser Kobanê berfirehtir bibin. Xewn û xeyalên Tirkiyê vala derketin û di warê derûnî de jî şikestin. Niha beşekî pir kêm di destê DAIŞ’ê de maye. Di demekî nêzîk de YPG/YPJ wê mizgêniyekî xweş bide. Vê berxwedana YPG/YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kurd bi cîhanê dan nasandin. Ev tekoşîn bi fedekariya ciwan û bi rihê hevpar ê her çar parçeyên Kurdistanê çêbûye. Em dikarin bejin ji ber Kobanê rihekî netewî peyda bûye. Her kesek li kûderê be, nekarî xwe bigire û dilê wî ji bo Kobanê lêda.
Hun yekîtiya gelê Kurd ya li Kobanê çawa dibînin?
Ez destê xwe dixim nava destê wan dayîk û bavên ku zarokên wan şehîd bûne. Dayîkên ku bi êş û xemên xwe piştgiriya zarokên xwe dikin. Raste ew dayîk bawer nakin zarokên wan şehîd bûne, lê bila ew dayîk bawer bikin ku hinek malbat hene 4, 7 û heta 10 şehîdên wan hene. Ew jî dayikeke. Ev berxwedane jî bi rihê ciwanên Apocî û felsefeya Apo ku ciwanan li her çar parçeyên Kurdistanê pêşxistine. Ji ber ku ciwan matora şoreşê ne. Despêkê jî Rêber Apo gotiye, ‘Me bi ciwanî destpê kir û emê bi ciwanan serbikevin.’ Ev jî wê yekê radigihîne ku ciwan xwîn germin û xwediyê mejiyekî berfireh in. Hêza wan li rojhilat, başûr û bakûrê Kurdistanê têra wê yekê dike ku piştgiriya Kobanê bikin. Ji ber ku ger ew rihê fedekarî, Kurdbûn û felsefeya Rêber Apo di nav de nebe, ev fedekarî çênedibû.
Tirkiye çawa piştgiriya DAIŞ’ê dike?
Despêkê di pişt perdeyê de peywendiyên Tirkiye û DAIŞ’ê bi awayekî veşartî hebû. Niha jî di navbera wan de peywendiyên eşkere hene, ev ne tişteke were veşartin. Lê êrişên wan ên li ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê eşkere bûn. Niha DAIŞ’ê daxwaz ji Tirkiyê dike ku dest ji wan berde û ji bo bi çekên xwe ve biçin. Dibêjin, em bi şaşî hatine Kobanê, em hatine ji bo fetwaya li ser Şengalê di demên borî de pêk hatî, carekî din li beramberî jinên kurd bikin. Dibêjin, em ji bo zêr û zîvan hatine, lê ev tiştane li Kobanê nîne. Ger di bin navê Misilmantiyê jî de be, vaye li her maleke li Kobanê Qur-an heye. Lê Qur-an şewitandin û mizgeft hilweşandin! Ez nizanim çi navekê li DAIŞ’ê bikim. Siyaseta ku Tirkiye bi xwe nikare li beramberî Kobanê û rojavayê Kurdistanê bike, bi destê DAIŞ’ê dike. Leşkerên Tirkiyê cilên DAIŞ’ê dixistin ber xwe. Xêzanên ku çend mehe keç û kurên wan di eniyên şer dene vegeriyane. Emê pêdiviyên weke, av, elektrîk û xwarinê ji bo wan veqetînin. Niha êrişekî bi wî awayî ya çeteyan nemaye, tenê hewan û topan davêjin. Niha grûbeke endazyaran hatiye damezirandin û fikra wê yekê dikin ku ji kurd û rêxistinên xêrxwaziyê alîkariyê wergirin.
Hatina pêşmergeyan çi sûd da?
Di dîrokê de cara yekemîne li ser asta navneteweyî û di ragihandinê de kurd dibin yek. Li ser berxwedana Kobanê fikirîn, siyaset û dîplomasiyên cûda hene, lê ji bo parastina Kurdistanê û Kobanê xwediyê helwestekê bûn. Li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê hêzên kurdî bi hev re di eniyekê de cih girtin. Pêwîste em vê hîn zêdetir biparêzin. Divê lezûbez Kongreya Netewî bê lidarxistin û ji bo biryarên giring di nav de bên dayîn. Peyama Hewlêr hebû, behsa pêncî bi pêncî dikir. Ligel me tiştekî wiha tûne ye, ya heyî ya gele. Hevalên me heta şehîd jî dibin, dibêjin pêwîstiya me bi dû metreyên kifnî jî nîne. Lê ya ji me were, emê ji bo xizim û malbatên wan bikin. Pêwîste em xwediyê berxwedanekê bin. Mafê ti partiyekî siyasî û kesê nîne ku bi çarenivîsa gelê kurd bileyîze. Êdî divê rewatiyeke siyasî ya kurdan çêbibe.
SELAH XİDİR/SILÊMANÎ