Di çarçoveya pêşxistin û birêxistinkirina kar û xebatên çandî û hunerî li kantona Kobanê, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê şaxeke xwe li gundê Xurxurî 15 km rojavayê bajêr bi navê “Navenda Xurxurî ya Çand û Hunera Demokratîk” bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de Cîgirê Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Kobanê Ebdilrezaq Mihemed, Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo û bi dehan welatiyên gund û enamên saziyên civaka sivîl amade bûn.


“Gelê ku çanda wê tune ye dîroka wê jî tune ye”

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê Ebdilrezaq Mihemed, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê Ehmed Şêxo, Rêveberê Navenda Baqî Xido Ferhad Mustefa, Rêveberê Navenda Xurxurî ya Çand û Hunera Demokratîk Mîgna Îsmaîl, Hevseroka Meclîsa Gel a gundên rojavayê bajarê Kobanê Suad Şêx Demir û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatmê Oso axivîn.

Di hemû axaftinan de vekirina navendê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû têkoşeran hat pîrozkirin û hate gotin ku bi saya xwîna têkoşeran ev gav tên avêtin. Di axaftinan de her wiha hate gotin ku divê hemû welatiyên herêmê beşdarî hemû çalakiyên çandî û hunerî yên navendê bibin û wiha gotin: “Gelê ku çanda wê tune ye dîroka wê jî tune ye.”

Piştre deriyê navendê ji aliyê dayîka têkoşer Perwîn Oso ku di 17’ê Sibata 2015’an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, Hewê Nebî ve hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de koma şehîd Laleş stranan gotin û welatiyan jî li ber van stranan xelekên dîlanê gerandin. 


 ANHA/KOBANÊ