Doktor zahmetiyên mezin dikişînen. Li eniyên kantonê şer dewam dike û şervanên YPG û YPJ'ê yên birîndar dibin li nexweşxaneya leşkerî û ya sivîl tên dermankirin û kapasîteya ya eskerî 12 textên razandinê ne û ya sîvîl jî kapasîteya wê 15 textên razandinê ne. Li her du nexweşxaneyan bi giştî 10 doktor û 25 hemşîre hene.
Xebatên nexweşxaneye dest pê kir
Ji bo ku pirsgirêkên li bajar hindik be jî werin çareserkirin, hevdîtin tên kirin û li ser vê yêkê Doktorên Sînor Nenas dest bi xebatê kirin. Rêxistinê ji bo li Kobanê nexweşxaneyekê çêke zendên vemaliştin. Di çarçoveya xebatan de avahiya berê weke dibistan dihate bikaranîn lê di dema şer de zirar lê bû, dest bi çêkirina wê kirin. Piştî çêkirina wê bi dawî bû dê amûr û alavên tibî temîn bikin.
'Korîdora însanî şert e'
Berdevkê Meclîsa Tendûrîstî yê Kobanê Dr. Hîkmet Ehmed diyar kir ku di dema şer de hemû nexweşxane di şer de hilweşiyan û derfetên gel were dermankirin nemane. Ehmed anî ziman ku nexweşxaneya bi lezgînî hewcehiya wan pê heye, hewl didin ku bi alîkariya Doktorên Sînor Nenas vê pêdiviya xwe pêk bînin. Ehmed anî ziman ku piştî amadekariyên nexweşxaneyê yên fizîkî hatin temam bûn, ew ê dîsa bi rêya rêxistinê alav û amûrên tibî yên dermankirinê bînin û xizmeta dermankirinê dewam bikin.
Ehmed da zanîn ku li nexweşxaneyê dê 13 textên razandinê hebin û ewil 3 pişt re jî dê 7 doktor werin erkdarkirin û ji bo hemû pirsgirêkên kantonê bi awayekî rêk û pêk bên çareserkirin divê demildest korîdora însanî bê vekirin.
DÎHA/KOBANÊ