Ji bo peyda kirina xezmetguzariyên tendirûstiyê ji welatiyan re Desteya Tendirûstiyê nexweşxaneya Emel sererast dike û bi pêwîstiyê teknîkî û tendirûstî yên pêwîst lê zêde dike.
Tevî kêmasiyên teknîkî nexweşan pêşwazî dike
Nexweşxaneya Emel nexweşxaneyeke taybet e. Ew nexweşxaneya tekane ye ku li gorî yên dîtir ziyan lê çênebûye. Nexweşxaneya Emel cardin di 7’ê Adara 2015’an hate vekirin. Tevî kêmasiya alavên tendirûstiyê yên teknîkî, nexweşxane rojane 50 heta 60 nexweşî pêşwazî dike.Di nexweşxaneyê de 2 hemşîre û bijîşkên pispor ên nexweşiyên ‘zarokan, jinan û hundrîn’ hene.
Amadekariya nexweşxanêyek din
Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor li Kantona Kobanê bi kordînekirina Desteya Tendirûstiyê ji bi bar li nexweşxaniya Emel sivik bikin, amadekariyên nexweşxaneyeke dîtir dikin. Rêxistinê bi kordînekirina Desteya Tendirûstiyê di 19 adara 2015´an dest bi amadekariyên nexweşxaneyê kir. Wê nexweşxane bi kadroyên pispor ên di warê nexweşiyên weke ‘zarokan, jinan, hindirîn, giştî û hestiya’ were amade kirin.