Rêxistineke Alîkariyên mirovî bi armanca ku kêfxweşiyê bixe dilê zarokan da ku karibin rewşa şer a ku Kobanê tê re derbas bû ji bibîr bikin, ji meha Tebaxê ve dest bi pilankirina vekirina 6 parkên pêlîstokan ên zarokan kir.

Rêxistinê piştî erêkirina buroya kar û barên Rêxistinên mirovî ya girêdayî desteya kar û barên civakî, bi şaredariya gel re ket nava kordîneyê. Piştî ku deverên ku ev park li ser werin avakirin hatin diyarkirin, di destpêka meha îlonê de dest bi amadekirina van parkan hat kirin. Ji 6 parkên ku tê pilankirin bê vekirin, parka li Taxa Botan şerqî hat vekirin û pêlîstokên zarokan tê de hatin bicihkirin.

5 parkên mayî jî dê piştî ku amadekariyên vekirina wan bidawî bibin, li Taxa Kaniya Kurdan, Taxa Şehîd Peyman, Taxa Şehîd Yehya û du jî li taxa Kaniya Murşidê bên vekirin.

Li gorî ku berpirsyarê Rêxistina navnetewî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin raghand, hemû pêdiviyên parkan û alavên pêwîst niha li gel wan amade ne, lê belê ekîba ku were û van alavan li cihên wan bicih bike, ji ber astengiyên ku deriyê sînor de derketin, nikaribûn derbasî Kobanê bibin. Berpirsyarê rêxistinê diyar kir ku dema ekîba wan derbasî Kobanê bibe, ew ê amadekariyan bidomînin û parkan vekin. 


 ANHA/KOBANÊ