Li Kobanê Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî

Haberleri —

Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî ya amadekirina mamosteyên pispor ên ji bo dibistanên seretayî,navîn û amadeyî vebû. Dewreya yekemîn jî pêr dest pê kir.
Di çarçoveya xebatên amedekariyên perwerdeya hemû astên dibistanan ( seretayî, navîn û amedeyî) de tê payîn ku di serdema perwerdeyê ya sala 2016-2017’an de bi zimanên dayikê bê dayîn. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Kantona Kobanê, Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî ya amedekirina mamosteyên dibistanên navîn û amedeyî pêr vekir.

Naveroka perwerdeyê

Li gor agahiyên rêveberên Peymangehê dayî her dewreyeke Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî dê 8 mehan bidome.
Di meha destpêkê ya perwerdeyê de waneyê bîrdozî wekî mijarên; girîngiya perwerdeyê, dîroka Kurdistanê, dîroka jin û Netewa Demokratîk, bên dayîn.

Piştre 2 mehan mamoste dê waneyên zimanê Kurdî bistînin. Dûre jî 3 mehan ew ê hemû mamoste bi hev re waneyên biyolojî, fîzîk, kimya û matematîk bibînin. Di 2 mehan ê dawiyê de jî, mamoste li gorî kategoriyên dabeşkirina xwe dê her yek di beşekî de (biyolojî, fîzîk, kimya û matematîk) perwerdeyê bibîne.

Di vê çarçoveyê de perwerde dê ji roja Şemî ta roja pênşemê, ji saet 08.00 heya 14.00’an bê dayîn.

Dewreya yekemîn dest pê kir
Pêr bi vekirina peymangehê re hemwext, dewreya wê ya yekemîn dest pê kir. 60 mamoste tevlî dewreyê bûn.
Têkildarî mijarê, Rêveberê Peymangehê Şêro Ehmed ji Ajansa ANHA’ê re axivî û diyar kir ku hemû mamosteyên ku navên xwe ji bo dewreyê qeyid kiribûn hatin û tevlî perwerdeyê bûn. Şêro, got ku taybetmendiya vê peymangehê ew e ku mamosteyên pispor li gorî beşan perwerde dike. Lewra jî mamosteyên k tevlî dibin ji vê gavê razî û kêfxweş in.

Di heman mijarê de şagirtê peymangehê bi navê Mustefa Berkel li ser armanca tevlîbûna xwe wiha anî ziman: ”Em îro hatin peymangeha şehîd Gîvara a amadekirina mamosteyên navîn û amadeyî ji bo xwendina sala 2016-2017, ji ber ku sala pêş me wê hemû metiryal bibin zimanê Kurdî, ji bo ku em bibin mamoste û sala 2017 em zarokan perwerde bikin”.

Berkel, di dewama axaftina xwe de bang li mamosteyên ku berê jî li dibistanan erkdar bûn kir ku niha jî werin û tevlê dewreya vê peymangehê bibin da ku erk û xebata xwe bidomînin.


KENDAL CÛDÎ
ANHA/KOBANÊ

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.