Ji bo pêşxistina aliyê pîşesazî yê xebatên tenduristiyê, avakirina kadroyên pispor, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê bi piştgiriya desteyên Meclîsa Rêveber amadekariyên vekirina peymangeheke tenduristiyê dike.
Li herêmê heta niha peymangeha ziman ji aliyê Desteya Perwerde û Hîndekariyê hatiye vekirin. Peymangeha Tenduristiyê ku dê were vekirin ji 6 beşan pêk tê.
Dema perwerdeya li vê peymangehê du sal in. Di sala yekemîn de hemû beş ango perwerdehiya tenduristiyê bi giştî tê dayîn. Piştî bidawîkirina xwendekar dê li gorî encamên sala yekemîn beşên pispor ên peymangehê bixwînin. Herî dawî jî piştî bidawîkirina sala duyemîn dê xwendekar li nexwexaneyên kantonê perwerdeya pratîk bibînin.
Pêwîstî karkirên tenduristiyê heye
Beşên pispor ên wekî derûnî, vejîn, hemşîre, jin, tirêj, mexber û dermankirina fîzîkî li peymangehê hene.
Li gorî mercên qebûlkirinê ku Desteya Tenduristiyê danîne, pêwîst e xwendekar bawernemaya asta amadehî wergirtibe. Temenê xwendekar di navbera 18 û 22 salan de be.
Têkildarî mijarê, Serokê Desteya Tenduristiyê Welat Umer bal kişand ser armanca vekirina peymangehê û axivî: “Rojavayê Kurdistanê û taybet Kobanê di şerekî gelek dijwar re derbas bûye. Hê jî êrîş li ser herêmên me berdewam dikin. Di şer de gelek birîndar û şehîdên me çêbûne. Ji bo avakirina kadroyên pispor yên tenduristiyê ku karibin di rewşên şer û derveyî şer de amade bin, me pêwîstî bi vekirina Peymangeheke Tenduristiyê li navenda kantonê dît. Em dixwazin bi rengekî pisbor xebatên tenduristiyê bikin.”
6 bijîşkên pispor perwerde bikin
Li gorî Umer, dê 6 bijîşkên pispor ên Kobanê perwerdeyê bidin xwedekarên peymangehê. Ji bilî metiryalên ku werin dayîn, wê zimanên Kurdî û Ingilîzî jî wekî zimanên fermî werin dayîn.
Xwendekar piştî ku perwerdeya xwe li peymangehê serkeftî bidawî bikin, dê ji Desteya Tenduristiyê bawernameyên derçûnê werbigrin û li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên bajar û gundan werin erkdarkirin.
KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ