Li gundên rojavayê herêma Kobanê di encama şer û pevçûnên ku rojekê dewam kirin de, bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û birîndar bûn û 2 şervanên YPG'ê tevî du welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de derbarê rewşa dawî ya şer û pevçûnên herêmê di nûçeyeke ku di malpera xwe ya fermî de weşand de, ragihandin ku 2 şervanên yekîneyên wan tevî 2 welatiyên sivîl duh di encama pevçûnên bi çeteyên DAIŞ’ê re li rojavayî herêma Kobanê jiyana xwe ji dest dane.
Di nûçeyê de wiha hate gotin: "Ji beriya 2 rojan ve komên 'terorîst' ên girêdayî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) gundên Degirman û Boraz ên rojavayî herêma Kobanê bi hawan û çekên giran, torpbaran dikin û di encam de ziyanên madî gihiştin welatiyên sivîl."
Navenda Çapemeniya YPG’ê da zanîn ku di pevçûnên giran ku di navbera yekîneyên wan ên parastinê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin û rojekê dom kirin de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û birîndarkirin û 2 şervanên YPG’ê tevî 2 welatiyên sivîl ên ji gundê Boraz jiyana xwe ji dest dan.
Malpera YPG'ê nasnameyên şervan û sivîlên ku jiyana xwe jidest dane wiha ragihandin: Şevranên YPG'ê Mihemed Sile (Nohlat), Mihemed Misto (Rêdûr) û sivîlên bi navê Ehmed Heco û Elî Şêxo. Hate zanîn ku topbarana gundên Boraz û Degirmanê û pevçûnên li herêmê dema nûçeya me amade dibû hêna berdewam dikirin.

Bi merasîma girseyî hatin oxir kirin

Bi hezaran welatiyên herêma Kobanê û nûnerên sazî, partî û rêxistinan di merasîma oxirkirina herdu şervanên YPG'ê Mihemed Silê û Mihemed Misto û herdu welatiyên sivîl Ehmed Heco û Elî Şêxo ku di encama pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û komên DAIŞ'ê de li gundên Boraz û Degirman ên rojavayî herêma de jiyana xwe ji dest dan, bûn.
Ji saetên serê sibê bi hezaran welatiyên herêma Kobanê ji bo wergirtina cenazeyên tekoşeran li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseya gel cenaze wergirtin û ji wir ve bi  karwanekî tirêmpêlan ber bi  goristana şehîd Dicle li gundê Termik kete rê.
Welatiyan wêneyên her çar têkoşeran, al û  sembolên Kurdî hilgirtin û bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana gelê Kurd re û şermezarkirina êrîşên çeteyan qîriyan.
Mersîma oxirkirinê li goristanê bi rêzgirtinê  dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Arêf Balî , Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Serokê Desteya karûbarên Olî Mihemed Dahêr û li ser navê malbatên têkoşeran jî Xalid Bozan, axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku armanca êrîşên çeteyan şikandina vîna gelê Kurd e û wiha hat gotin: "Parastina welatî û niştecihên herêmê ji axa xwe re diyar dike ku tu carî vîna gelê Kurd nayê şikandin."
Axaftinan bal kişand ser destekdayîna gelê Rojava ji hev re di parastina axa xwe de û wiha anîn ziman: "Vîna gelê Kurd bi her şehîdekî re, bilind dibe û israra berdewamkirina parastina axa ku ji bo wê şehîd ketine, zêde dibe."
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, girseyê cenazeyên herçar tekoşeran bi durişmeyên dilsoziya bi tekoşeran re û tîlîliyên dayîkan re, spartin axê. 

KOBANÊ