
Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî got, komun wê bi 6 komîte û 12 meclîsên bi awayekî pîramîtî bi rêxistin bibin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Li Kantona Kabaniyê ya Rojava, li gel pêngavên eskerî, xebatên komun û meclîsên bingeha şoreşê jî bênavber didomin. Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî anî ziman ku, wan li tevahiya Kobaniyê nêzî 450 komunî ava kiriye û got, ew ê ber bi avasaziya meclîsan ve biçin û bi van meclîsan, gel wê xwe bi xwe bi rê ve bibe.
450 komun 6 komîte
Efendî bi bîr xist ku ji ber rewşa şerî li Kobaniyê di warê komun û meclîsbûyînê de pirr bipêşketinek wan çênebûye û got, "Di dema şer de me pirr nikaribû bi awayekî sîstematîk tevbigerin. Tenê ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî me amadekarî kiribûn. Lê me zend û bend badan, me komun ava kirin. Me li tevahiya Kobaniyê nêzî 450 komunî ava kirin. Girêdayî komunan 6 komîte hene. Komîteyên parastin, perwerdehî, tenduristî, sulh, xizmet û aboriyê."
Pergaleke pîramîtwarî
Efendî anî ziman ku, ev komîte wê di nav meclîsan de cih bigirin, nûnerên komîteyan wê bên hilbijartin û her wiha hevserokên meclîsan jî wê bên hilbijartin û wiha peyivî: “Li Kobaniyê 14 taxên me hene. Em hewl didin 12 meclîsan ava bikin. Ev pergal ne wek ya dewletê jora wê berfireh û jê ra wê teng e; wê serê wê teng be."
Hevseroka TEV-DEM´ê Efendî dest nîşan kir ku meclîs û komun avahiyên têkildarî gel in û got, odeyên mamoste, endezyar, bijîşk û parêzeran ên li kantonê wê di nav avahiyên meclîsan de cih bigirin. Efendî ragihand ku, pêdivî di çarçoveya komunan de wê bi cih bên û wiha domand: "Heke komun tine be, tu nikarî tiştekî bikî. Yanî divê mirov bibe endamê komunekê. Ev ji ferzkirinekê bêhtir, ji bo pergal rûne û bi rê ve biçe, bivênevê ye. Divê mirov vê wisa bizane. Di serî de amûrên zexîreyî tê de wê hemû pêdiviyên jiyanî ji aliyê komunan ve werin bicihanîn."
KOBANÊ