Li herêma Minbic û kantona Kobanê yên Bakurê Sûriyê demsala berhevkirina fistiqan destpê kir. Ev hefteyeke cotkarên fistiqan ku weke fistiqê helebî tên naskirin dest bi berhevkirinê kirine. Fistiq piştî eleqedariyeke mezin di nîvê maha Tebaxê de tê berhevkirin. Berhevkirin 20 rojan didome. Kîloya fistiqên herêmî di navbera hezar û 500 heya 3 hezar lîreyên Sûriyê de tê firotin.  Ev berhem wek girîngtirîn qûtê debarê li cem şêniyên kantona Kobanê û herêma Minbicê ye. Li her du deveran li gorî herêmên din, rûberên fireh bi darên fistiqan hatine çandin.

 

ANHA/KOBANÊ