Navenda Çapmeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di roja 115. a berxwedanê de, şerê li Kobanê dewam dike. Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam dike: “Komên çeteyan li eniya rojhilat li qada ji Mekteba Reş heta Serincê Avê êrîş pêk anîn. Çeteyan ji derveyî bajêr bi fuze û hawanan mewziyên hêzên me bombebaran kirin û piştre bi piştgiriya panzeran û hêzên xwe yên taybet ve xwestin ji bejahiyê bi pêş  bikevin. Hemû êrîşên çeteyan ji aliye hêzên me ve hatin şikandin. Hêzên me yên ku li eniya bakurrojhilat li herêma Mezra Dawid 2 wesaît û 1 topa hawan rûxandin, li eniya başûrrojhilat, li quntarê Miştenur jî wesaîtek bi doçka barkirî rûxandin û doçkakî 23 jî derb kirin.”

Derbeyên giran xwarin

YPG ragihand ku di pevçûnan de 58 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û 39 termên çeteyan di qadên di bin kontrola YPG´ê de mane. Navenda Çapemeniyê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî gundê Dehma yê li başûrrojavayê Serêkaniyê çalakiyek lidar xistine û di encamê de wesaîtek çeteyan a doçka barkirî tevî çeteyên di nav de bi temamî hatiye rûxandin.

Li Şengalê 17 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya YBŞ’ê ya Şengalê derbarê encamên şer û pevçûnên dawî de agahî dan. Li gor daxuyaniyê, 6’ê Çile li Geliyê Şîlo çeteyên DAIŞ’ê ku xwestin ji du aliyan ve êrîşê pêk bînin, ji aliyê hêzên gerîla ve vala hatiye derxistin. Di şer û pevçûnên li vir, 13 çete hatine kuştin û 16 çete jî birîndar bûn. Piştî şer û pevçûnan, çeteyên şkestin neçar van vekişin.

Hêzên hevpar operasyon pêk anîn

Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de ji aliyên Hêzên Berxwedanê yên Havpar ve li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hat destpêkirin
Li Şengalê li gor saeta herêmî 13.00’an ji aliyê  HPG/YJA STAR, YPG/YPJ, YBŞ û pêşmergeyan ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke hevpar hat destpêkirin. Di operasyonê de beşa ji Taxa Mînare ya dikeve bakurê Şengalê heta pira Çayxaneyê hat azadkirin.

2 gerîla jiyana xwe ji dest dan

Di şer û pevçûnên li vir de, gerîlayê HPG’ê Yunus Yildiz (Elîşêr Ehmed) ê ji Amedê, jiyana xwe ji dest da. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî Yildiz de got, “Di şer û pevçûnên dijwar de hevalê me Elîşêr Ahmet-Yunus Yildiz ê ji Amedê tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bû, di têkoşîna bi lehengî de şehîd ketiye.” Li gor daxuyaniyê 6’ê Çile li derdora Sûka Jêr gerîlayan li hember çeteyan çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di encama van çalakiyan de 4 çete hatine kuştin. 5’ê Çile çeteyên DAIŞ’ê li derdora taxên Sûka Kevin û Sûka Jêr li hember çeperên gerîlayan êrîş pêk anîne û di encama şer û pevçûnan de çete paşde hatine xistin. Di şer û pevçûnan de gerîlayê HPG’ê Edîp Erol (Baran Sason) ê li Êlihê ji dayik bûye jiyana xwe ji dest da. 

NAVENDA NÛÇEYAN