Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 123'an de dewam dikin. Çeteyan bi hêz û çekên alîkar êrîşên xwe didomînin. Şervanên me yên YPG/YPJ bi îradekî mezin li hember êrîşên çeteyan parastina xwe berdewam dikin. Doh pişt nîvro li eniya rojhilat çeteyan bi tirimpêleke bombebarkirî êrîşek lidarxistin. Piştî teqandina tirimpêlê ji pirr aliyan ve pevçûn rû dan. Di vê qadê de pevçunên gelek dijwar û sing bi sing hat jiyîn. Îro sibe zû jî çeteyan ji her 3 eniyan ve êrîş lidarxistin. Li eniya başûr çeteyan bi tirimpêleke bombebarkirî û tevî kesekî xwekuj ve êrîşek li dar xistin. Piştî vê êrîşê pevçûnên dijwar hatin jiyîn, li ser cadê 48'an, li derdora bazara sebzeyê (Sûk El-Hal) û eniya başûr şer hê jî bi dijwarî berdewam dike. Hêzên me di van pevçûnan de dest danîn li ser tirimpêleke çeteyan a bi markeya Hammer. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehat zelalkirin.
8 rêhevalên me yên li hember êrîşê çeteyan bi vîn û biryareke xurt tevdigeriyan bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadete.”

10 çete li Şengalê hatin kuştin

 Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir, di şer û pevçûnên çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de 10 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, gerîlayekî jî jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêr ji saetên sibehê ve şer û pevçûnên dijwar rû dane û wiha hat gotin, “16’ê Çileyê îro saet nêzî 10.00’an, li derdora Taxa Berbiroj çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî xwestine li hember nuqteyên hêzên me lê, êrîşekê pêk bînin. Ev wesayîta ku zû hat ferqkirin hêzên me yên gerîla li wesayîtê dane, çete neçar mane wesayîtê zû biteqînın. Piştî yeqîna wesayîtê di navbera çeteyên ku êrîş kirin û hêzên me de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di van şer û pevçûnan de 8 çete hatine kuştin, cenazeyên wan li herêma şer mane.”Hat ragihandin ku di van şer û pevçûnan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye û du gerîıla jî birîndar bûne.

Fermandariyê têkildarî pevçûn û çalakiyên duh jî ku agahî da got, “15’ê Çileyê duh ber bi saetên êvarî ve li hember çeteyên li navenda Şengalê di nav tevgerê de gerîlayên me du çalakiyên sûîqestê pêk anîne. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatine kuştin.”

ŞENGAL/KOBANÊ