Ev demeke çeteyên DAIŞ’ê demdemî  êrîşî herêma Kobanê dikin. Du rojin çete bi çekên giran êrîşî gundê Zor Mixar ê 35 km li rojavayê herêma Kobanê ne kirin. Lê êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên YPG’ê hat û di encamê de pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de rû dan. Navenda Çapemeniya YPG’ê li ser malpera xwe nûçeyek weşand û tê de dibêje şervanên wan 30 çete kuştine, her wiha tangekê û tirimpêleke leşkerî jî bi kesên tê de rûxandine. Çavkaniyan ji ANHA’yê re diyar kirin ku di pevçûnan de şervanên YPG’ê 3 bargehên çeteyan li gundê Xerab Eto bi temamî bi kesên têde rûxandine û bêyî ku hejmara kuştiyan diyar bike. 


Şer didome
Çavkaniyên ji Kobanê diyar kirin ku şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG´ê û çeteyan de heta niha bi dijwarî bê navbera dewam dikin, her wiha çete bi çekên giran êrîş dikin. Li gor agahiyan çeteyên DAIŞ'ê tank û topan tevî çekên giran ên wekî din, ji Îraqî di herêmên sînor ên bi Sûriyeyê re derabasî Sûriyeyê dikin û bi wan çekan êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin. Her wiha hemû cûreyên alîkariyê ji Îraqê dibin. Li gorî çavdêran çeteyên DAIŞ'ê piştî ku gelek bajar û herêmên li Îraqê bidest xistine, hewl didin ku êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bikin.

ANHA/KOBANÊ