Welatiyên ku ji xaniyên semta Kadifekale tên derxistin wan dişînin TOKÎ’yê Uzundereyê. Welatiyen ku li xaniyên TOKÎ tên bicihkirin di nava şert û mercên giran de dijîn û 2 caran dibin mexdûrê sirgûnê. Cîgirê Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya TOKÎ ya Uzundereyê Mehmet Gergin, diyar kir ku di sala 1993’an de ji Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê sirgûnî Îzmirê hatin kirin û niha jî dîsa tên sirgûnkirin. Gergin, da zanîn ku dema hatin Îzmirê xeyalek ava kiribûn û ev xeyalên wan bi Projeya Veguhestina Bajarvaniyê dîsa xera bû û wiha got: “Gelo li vî welatî ma ji bo kurdan qet cih tune ye. Ewil em ji Nisêbînê sirgûn kirin û niha jî me ji vir sirgûn dike. “


‘Me mecbûr dihêlin’

Gergîn, anî ziman ku ji ber zelzeleyê xaniyê xwe yê Kadifekaleye valakirin û li taxek din bi cih bûn. Gergîn, da zanîn ku pêşî ji wan re gotin dê 2 tax bên valakirin, lê niha di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de 11 taxan vala dikin. Xaniyê min 2 qat bû. Ji bo vî xaniyê min 8 milyan û nîvan didin min. Mirovan mecbûrî koçberiyê dikin. Komisyona TOKÎ’yê kesên xanî tev vala kirin û mirov avêtin nava jiyana bi mişk û mar.” Gergin, destnîşan kir ku piştî li xaniyên TOKî bi cih bibin dê 180 mehan taksîtên xaniyên TOKÎ bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Aziz Kocaoglu re axivîn, Şaredar got neviyê we jî nikare van pereyan bide. Sozên ku hatin dayin pêk nehatin. Li vir şert û mercên jiyanê tune. Pirsgirêkên me nayên çareserkirin. Em bi saetan li benda otobusan radiwestin. Xizmeta tenduristiyê û ragihandinê tune.

‘Kadifekale bê kurd bihêlin’

Gergin, destnîşan kir ku bi vê projeyê dixwazin Kadifekaleyê bê kurd bilêlin û kurdan bê cih û war bihêlin.

 DÎHA/ÎZMÎR