Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, karê li Ewrûpayê dewam dike. Li bajarên Koln û Stuttgartê yên Elmanyayê, HDP’yî karê xwe yê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomînin. HDP’yiyan li Kolnê serdana malan kir û belavok xistin qutiyên posteyê. Serdana malan ji aliyên Platforma Hilbijartinê ya Porz û Meclîsa Jinê ya Viyan ve hat kirin. HDP’yiyan li ser serdan û karê xwe ji ANF’ê re got, “Roj roja geşkirina têkoşînê ye. Li dijî zilm û zordariyê divê em li her cihî weke dildarên HDP’ê karê hilbijartinê bikin.” Piyên wan bi bin wan nakevin Endamên Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê ya Stuttgartê jî belavok belav kirin. Endamên platformê, nameya Selahattîn Demîrtaş a ji bo dengdêrên li derveyî welat weke belavok li dengdêran belav kir. Koma ji şeş kesan, 4 saetan li herêma Stuttgart-Bad Cannstattê bi hezaran belavok belav kirin. Ev kar wê heta dawiya hefteyê dewam bike.  KOLN/STUTTGART

Lîga şampiyonan a HDP´ê

HDP’ê li Enqereyê civînek li dar xist û namzetên xwe dan naskirin. Her wiha danezana jinan jî eşkere kir û bi vî rengî ragihand ku bi lîsteyeke xurt a jinan tevlî hilbijartinên 24’ê Hezîranê dibe. HDP ji destpêkê ve nîşan dide ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ew bi rengekî hevpar çareseriyê hildiberîne. Lewma namzetên xwe yên parlamenteriyê jî gelekî cihêreng in. Velî Saçilik jî yek ji van e. Şaçilik ji bo namzetiya xwe dibêje: “HDP îro mifteya vekirina kilîda kaos û tevlîheviyê ye. Lewma HDP ji bo her bereyeke li Tirkiyeyê êdî girîng e. Ji bo Kemalîstan jî, ji bo pirsgirêka Elewiyan jî.” Ji bo jinan siberojek Namzeta Êlihê, Ayşe Acar Başaran îşaret bi danezana HDP’ê ya jinan dike û dibêej, “Partiyeke din a ku bi perspektîfa jinan tevdigere û çareseriyê pêşkêş dike, nîne. Ev yek nîşan dide ku HDP ji bo demokrasî û siyaseta Tirkiyeyê, ji bo jinan çiqasî girîng e. Me ne tenê danezan xwend. Me her wiha nîşan da ku jin paşerojeke çawa dixwazin, demokrasî û welatekî çawa dixwazin.” Sosyalîst xemsar nabin Namzetê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî li ser sedema namzetiya xwe ya ji HDP’ê dibêje, “HDP di vê demê de bi pirsgirêka bendê re rû bi rû hate hiştin. Enerjiyeke mezin heye, hêvî heye û weke ku her tim dibêjim, ‘xemsarî ne karê me ye’.” Ji ber ku Sûr hilweşandin ez namzet im Di dema civîna danasîna namzetan de navê namzeta Amedê Remziye Tosûn gelekî tê bilêvkirin. Tosûn li ser namzetiya xwe got, “Ji ber ku mala me ya 20 salan, kolanên Sûrê hatin hilweşandin, ez bûm namzet. Sedema bingehîn a namzetiya min ev e. Zarokên me, canên me hatin kuştin, gel gelekî êş kişandin. Ji ber ku HDP’ê dest ji gotina xwe ya aştiyê bernedaye, ji ber ku cihêkariyê naxe navbera nîjad, ziman û zayendan, ez namzet im.”  MA/ENQERE