Li Bismila Amedê ya ku li herêmê û li cîhanê malovaniya koloniya herî mezin a leglegan dike, piştî serdema kurkbûnê niha legleg ligel çêlikên xwe di heman refê de difirin. Leglegên ku di destpêka meha çileyê de ji Çemê Nîlê yek bi yek ber bi Çemê Dîcleyê ve tên, li ser stûnên (dîrekên) ceryanê yên li delavên Çemê Dîcleyê, ji Amedê heta Heskîfê hêlînên xwe çêdikin û di dawiya havînê, nexasim jî meha tebaxê de çêlikên xwe dişon û bi awayekî ref bi ref ber bi Nîlê ve koç dikin. Li gorî lêkolînan ev zêdeyî 10 salan e, piraniya leglegan koç nakin û saloqat li herêmê, bi taybetî li herêma di navbera bajoraka Embar û gundê Şukurluyê de dimînin. Leglegên bi masî, mar, marmarok û bi kojekên ziyandar ên li nav zeviyan zirarê didin bi çandiniyên wekî; mêşlok, mişkê cirboq, kêlge û kurmikan xwe xwedî dikin. Ji ber vê legleg ji bo gelên herêmê wekî çûkeke dêrîn tê hesibandin û bi tu awayî kes ziyana wan nake.
Li navçeyê leglegên ku di destpêka biharê de kurk ketin û zêdeyî heyvekê li ser hêkên xwe man û herî kêm li her hêlînekê 2-3 çêlik zêdekirin, piştî kurkbûnê bi 2 mehan, niha ew çêlik bi firê ketine û ligel makên xwe li asîmanên herêmê difirin û li hêlinên xwe bi liv û tevgerên xwe yên xwezayî, balê dikişînin.
AMED