Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Pirsûsa Rihayê bûne di bin şert û mercên giran de di konbajaran de jiyana xwe didomînin. Ligel van zehmetiyan zarok ji bo fêrbûna zimanê xwe û ji bo zimanê xwe yê Kurdî pêş bixin di konan de perwerdehiyê dibînin. Zarokên di konbajarê Kader Ortakaya de dimînin her roj bi pêşengiya mamosteyên ji Kobanê zimanê xwe hîn dibin. Her wiha ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-6'an de kreşek hatiye avakirin. Rêvebera perwerdehiyê û mamoste Dozgîn Xelîl diyar ki ku ev 2 hefte bûye perwerdehiya zimanê Kurdî dest pê kiriye û ligel kêmasiya, bi awayekî bi pergal tên meşandin û bi eleqeyek mezin her ku diçe xwendekarên wan jî zêde dibin.

Pêdivî bi amûran heye

Dozgîn da zanîn ku ji bo perwerdehiyê 4 fêrgehên temenê wan di 7 û 10 salî de ne û hejmara xwendekarên wan 450 ye. Dozgîn destnîşan kir ku ji bo zarokan gelek pêdivî hene û wiha got: "Ev konbajarê me yê bi navê Kader Ortakaya yê herî dawî vebûye. Ji ber kêmasiyan me dereng bi dest perwerdehiyê kir. Du hefte bû me dest pê kiriye. Lê belê hewceyê me zahf e. Wek pirtûkan, lênûsan, çenteyan, sobeyan, maseyên zarok li ser rûdinên hwd. ji bo zarokên ji zimanê xwe paşde nemînin, divê ev tiştan bên peydekirin. Eleqeyek mezin û xwestekek pir xweş heye û divê em li zarokên xwe xwedî derkevin."

'Zimanê me rûmeta me ye'

Mamosteya bi navê Rûken Şêx Mihemed wiha axivî: "Me li Kantona Kobanê bi şeklî pergala xwe dimeşand, em li vê derê jî ligel hemû bêderfetiya ji bo zimanê Kurdî hewl didin. Zimanê me rûmeta me ye û divê her kes ji bo zimanê têbikoşe."

Ji bo zarokan pêlîstok pêwîst e

Mamosteya krêşê bi navê Zozan Misto ji destnîşan kir ku ji bo zarokên Kobanê kreş vekirine û wiha axivî: "Zarokên me gelek jê di bandora şer de mane. Zarokên temenê 3-6'an de tên kreşê û gelek kêfxweş dibin. 350 zarok me tên lê mixabin ev konê me têrî wan nake. Divê em konekî din vekin û lê derfeta ku em cihekî din vekin tune ye. Her wiha kêmasiya me yê pêlîstokan heye."

DÎHA/RIHA