Li gelek deverên Kurdistan’ê Roja Karkerên Cîhanê 1 Gulan bi tevlîbûneke girseyî hat pîrozkirin.Li Êlih, Dêrsim û Efrîn’ê gel 1’ê Gulanê bi coş pêşwazî kir.Îsal navenda pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Êlih bû.Hezaran welatî ji bajarên din ji bo pîrozbahiyê hatin Êlih’ê. Di pîrozbahiyan de hat xuyakirin ku ji bo jiyaneke adîl û însanî di hilbajirtanan de, divê herkes ji bo HDP’ê bixebite.

ÊLIH: Ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ya herêmê bi hezaran welatî ji bajarên cuda ber bi Êlihê ve herikîn û hatin Êlihê. Karker û karmend ji 3 saliyan ketin Êlihê. Karker, rêxistinên kedê li Çarriya Êlihê hatin cem hev û kortej pêk anîn. KESK, TMMOB, DÎSK/Genel-Îş, Petrol-Îş jî korteja xwe pêk anîn û rêxistinên sivîl ên kedê jî bi pankratên xwe tevlî kortejê bûn. Karkerên ji Colemêrgê hatin bi Şal û Şapikan di kortejê de cihê xwe girtin. Dirêjahiya kortejê 5 km pêk hat, namzetên HDP’ê yên Êlihê û gel di dawiya kortejê de cih girtin. Sendîka, rêxist û partî bi rengên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.Karker bi zarokên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şaziye Kose, wekîlên HDP’ê, namzetên HDP’ê, serokên sendîkayan û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di kortejê de pankarta “Gelê bi Newrozê rabû ser xwe bi 1’ê Gulan ber bi azadiyê ve dimeşe û jiyana nû înşa dike” hate vekirin û di kortejê de gelek pankartên din ên weke “Li keda xwe xwedî derkeve”, “Em nehatin provokasyona Agiriyê” û gelek pankartên din hatin vekirin. 

Namzetên HDP’ê yên Êlihê silav gel kir û li ser navê namzetan Alî Atalan axivî û 1’ê Gulanê pîroz kir û got ku ew ji bo ku sîstema ku gelan dieciqîne ji holê rakin çi ji destên wan bê bikin. Atalan diyar kir ku gel jî dê di vê warî de îradeya xwe nîşan bidin û 7’ê Hezîranê di navbera dîktatorî û çareseriyê de tercîhek e.

DÊRSIM: Li Dêrsimê jî bi hezaran welatî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Nexweşxaneya Dêrsimê hatin cem hev û ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Di sosyalîzmê de israr kirin, di mirovahiyê de israr kirine” hat hilgirtin. Di meşê de namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, DBP, HDP, EMEP, Partîzan, DHF, STK, tevlî bûn. Jinan kincên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn û bi hezaran welatiyan jî desmalên kesk, sor û zer xwe kiribûn û tevli pîrozbahiyê bûn.
Şaxa Serokê BES’ê ya Dêrsimê Ozcan Gurtaş axivî û diyar kir ku di serî de elewiyên ku li Sûriyeyê hatine qetilkirin bi bîr xist û got ku Elewiyan dixwestin jiyaneke xweşik bibîne û ji aliyê kujeran ve hatine qetilkirin. Piştî axaftina Gurtaş, Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul jî axivî û diyar kir ku komkujiya karkeran di sala 1977’an de dest pê kiriye heya 1980’an bi darbeyên mezin berdevam kiriye û wiha got: “ Îro em dibînin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya kurdan e. Ji me re dabeşker dibêjin. Xwestin li Giyadînê xwestin lîstikek qirêj bilîzin lê gelên kurd ev lîstika wan xera kir. Bi bendên hilbijartinê dixwazin pêşiya HDP’ê bigirin, lê em ê benda wan li ser serê wan hilweşînin.” 

EFRÎN: Bi armanca beşdarbûna şahiya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, bi sedan welatiyên bajarê Efrînê û gundên navçeya şera berê xwe dan Kela Nebî Horî ya navçeya Şera û li vir şahiya xwe dane destpêkirin.Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bibin. Her wiha li ser navê Saziya Civaka Sivîl Nûrî Şêxo, li ser navê Sandîkeya Karkeran Şêrîn Hesen û li ser navê TEV-DEM’ê Eslan Eslan derbarê Roja Karkeran a Cîhanê de bi axivin. Her wiha komên hunerî yên Yekîtiya Hunermendan û koma Engîzek beşdarî şahiyê bûne û dê koma şehîd Diyar û koma şehîd Welat ên dîlanê dîmenên xwe yên folklorîk pêşkêş bikin. 


NAVENDA NÛÇEYAN