ROHAT ARARAT/MÊRDÎN

Dîroka wê naye zanîn lê belê tê gotin ku du heb xwîşkên hev hebûne. Yek ji wan Marya û ya din jî Marîn bûye. Marîn li vê kelehê ku navê xwe jî ji wir digire û Marya jî li keleha Mêrdînê bûye.

Gundê Marînê malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye lê dîroka wê zêde nayê zanîn. Li vî gundî 7 dêr hene û hinek dêr hêj li ser pêya ne. Li ser vî gundê dîrokî gelek çîrok û mîtolojî tên gotin. Niha wek gund xuya dike lê diyar e ku bajarekî mezin bûye. Li vir mirov rastî şopên destpêka mirovahiyê tê.

Marîn niha gundekî ji 22 malan pêk tê ye. 15 km li bakurrojhilatê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê dikeve. Marînê yek ji bajarê herî kevn ê Mezopotamyayê ye. Bi demê re gelek caran dest guheriye. Marîna ku yek ji bajarê herî dîrokî û kevnare ye di roja me ya îro de veguheriye şûnwarekî ji keviran ku bi piranî hatiye hilweşandin. Li bajarê ku xera bûye 7 dêr, serşok, keleh, qesr, zindan, saziyên desthilatdariyên berê yên wekî dadgehê û sûka bajêr hene.

Li ser dîwar û şikeftan nivîs hene

Li vî bajarî Roma, Bîzans û Asûrî jiyane. Der barê dîroka vî bajarî û bermahiyên heyî de ti zanyareke teqez tineye. Bi hezaran şikeftên biçûk û mezin li vir hene. Li ser dîwar û şikeftan hin nivîsên ku heta niha kêm ji wan ji aliyê gerokên hatine gund wergera wan hatiye kirin. Li ser şikeft, qesr, dêr, serşok û gelek berhemên din nivîs hene. Hin şikeft ji bo goran hatine bikaranîn lê ji aliyê welatiyan ve ev gor hatine hilweşandin. Ji ber ku Marîn di quntarê çiyayê Bagokê de ye, çem û kanî lê tinene, bi tevahî teht û zinar e û ji bo pêdiviya avê jî bi sedan sarincên avê hatine çêkirin. Di heman demê de li ber her malê du û sê bîrên baranê ango sarinc hene. Dîsa çar sarincên mezin ku îhtimal e wekî bendav jî hatibe bikaranîn ji bo avdana zeviyan û sewalan jî hene. Bi kevir û zinaran dîwar hatiye lêkirin û ser wan jî girtiye.

Weke xaniyan hatine bikaranîn

Xuya ye, li vê derê beriya ku mirovahî derbasî avahiyan bibe mirov di van şikeftan de mane û piştre jî ji xwe re avahî çêkirine. Heke dîroka wê bê lêkolînkirin dibe ku derkeve holê ku dîroka şikeftên wê ji yên Heskîfê kevintir be. Nayê zanîn lê dixuye ku mirov bi salên dirêj di van şikeftan de jiyane. Hin şikeft hene ku bi hezaran mirov tê de bi cih dibin û di hin şekeftê mezin de bi keviran navber hatiye dayîn. Yek ji serşoka em ketin hundirê wê diyare ku di encama kolana teht û çiyê de hatiye çêkirin ji sê-çar beşen li pêy hev pêk tê.

Keleha Marînê

Her wiha keleha Marînê ku piraniya wê hilweşiyaye jî rêya ku diçe kelehê jî di encama kolana tehtan de pêlik hatine çêkirin. Keleha Marînê ku bi navê Merdîs jî tê nasîn di kîjan salê de ji aliyê kê ve hatiye çêkirin agahî û zanyariyeke teqez tineye lê belê ji avahîsaziya wê tê texmînkirin ku aydê Bîzansiyan e. Keleh li ser zinarekî bilind hatiye çêkirin û dîwarên kelehê bi qasî hezar û 500 metreyî dirêj e. Dîsa bi 12 kûleyan hatiye destekkirin ku piraniya wan niha xira bûne.

Şer jê kêm nebûye

Heta em çûn ber gund jî ji ber ku gund di rengê bêdar e di rengê kevir û zinar de ye xuya nedikir. Ji xwe avahiyên gund jî hemû ji keviran hatine çêkirin û hemû jî avahiyên dîrokî ne. Marîn, gund an jî bajarê dîrokî wekî dîroka xwe ya berxwedêr û her tim bûye qada şer û bi dehan caran dest guheriye. Di salên dawî de ji salên 80 û vir ve 4 caran hatiye valakirin. Niştecihên gund jî li derdorê bi cih bûne û careke din vegeriyane gundên xwe. Ji xwe gelek avihiyên dîrokî ku keleh jî di nav de ye ji ber gule û topbarana hêzên dewleta Tirk ve xera bûne.

Kerem bikin werin xênî

Dema em çûn nav gund li derve me kesek nedît. Ji xwe mîna gundekî wêrankirî û vala dixuye. Me wesayîta xwe li bin dareke tûyê sekinand û me xwe da ber siya darê. Germahî jî zêde bû. Me çavên xwe gerand ku kesek ji me re bêje hûn bi xêr hatine û sedema hatina me bipirse. Li aliyê din ve jî li pêşberî wê dîroka qedîm a li ber çavan kelacan û kêfxweşiyeke bêhempa di me de peyda bû. Fikarên kûr jî bi me re çêbûn. Gelo niştecihên vî gundî li kû derê ne? Çima kes li derve tine ye? Raste germahiyeke zêde jî heye lê gelo ev tenê sedeme ku kes li derve nebe. Hêj pirs û fikar di heşê me de derbas dibûn ku dengek li ber guhê me ket. Bi qasî deh metreyekî dûrî dara ku em li bin siya wê ji paceya malekê jinek ciwan gazî me dike; “Hûn bi xêr hatine. Keremkin werin hundir, av û çayekê vexwin.” Em dipirsin çima kes li derve tine. Dibêje ji ber germayê her kes di hundir de ye. Hêj dem derbas nebibû du heb kursî di dest de hat cem me û careke din xêrhatina me kir. Me navê wê pirsî û bersiva Dîlan da. Dîlan piştre jî gazî birayê xwe Mihemed ê li malê kir. Mihemed jî hat xêrhatina me kir.

Niştecihên dawî Şengalî ne

Me xwe da nasîn û sohbeta me ya li ser gund dest pê kir. Her ku dem derbas dibû yek bi yek civata me jî geriya. Zêdetirî 2 saetan em li ser dîrok, çand û kevneşopiya Marînê axivîn. Li ser pirsên me û li gorî bersivên ji civata me; niştecihên Marînê yên niha beriya bi 500 salî ji Şengalê hatine. Ji wan re dibêjin Mala Xaşo û ji eşîra Çamer. Xaşo ji Şengalê tê vî gundî û dibe ku ew bi xwe jî Êzîdî be. Niştecihên vî gundî hemû ji malbatekê ne û dîsa ji wan re tê gotin ku ew Romî ne. Romî navê ezbeta wan e.

Xelk di şikeftan de radize

Marîn gelekî bêxwedî hatiye hiştin. Şikeftên vê herêmê yên ku ji mirovahiyê re malovanî kirine niha ji aliyê gundiyan ve ji bo armancên cuda têne bikaranîn. Hem tê de dijîn, hem amûrên xwe têde diparêzin û hem jî sewalên xwe tê de xwedî dikin. Şikeft havînê hênik û zivistanê jî germ in. Di kêliyên wê germa zêde ya ku em li gund bûn, em hînbûn ku piraniya welatiyan di şikeftan de radizên û ji germahiya havînê xwe diparêzin û bêhna xwe vedidin.

Ev mala gavên e

Heta niha li ser Marînê lêkolîneke zanistî nehatiye kirin û xebateke erdkolî ango arkelojîk nehatiye kirin. Lê li gorî welatiyên gund dibêjin di salên dawî de ji Ewrûpayê lêkolîner hatine û ji Dêr Xerabê nimûne girtine û li Ewrûpayê dane lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de derketiye holê ku ev dêr beriya 2 hezar û 300 salî hatiye avakirin. Dîsa li ser hin malên ku nivîs hene bi rêya wergêr hatiye xuyakirin ku hin ji wan beriya niha bi hezar û 100 salî û hin ji wan jî 800 sal berê hatine avakirin. Di heman demê de li ser malekê jî ev nivîs dinivîse; “Ev mala gavanê gund e. Ji aliyê gundiyan ve her malekê kevirek aniye û xerca wê çê kiriye.”

Tirî û cihoyên dimsê

Li gorî gundiyan berê li Marînê bi giranî rezên tirî hebûne. Tê gotin ku li pişta gund cihoyê ji şelbikan çêkirî hene. Her çiqas pêkan xuya neke jî gundî dibêjin ku di demên berê de di van cihoyan de dimsa tirî dişandin heta Mûsilê.

Çîrok û mîtolojiya bajar

Me got dîroka vî gundî baş nayê zanîn lê dema em çîroka Marînê ji gundiyan dipirsin bersiva; “Dîroka wê naye zanîn lê belê tê gotin ku du heb xwîşkên hev hebûne. Yek ji wan Marya û ya din jî Marîn bûye. Marîn li vê kelehê ku navê xwe jî ji wir digire û Marya jî li keleha Mêrdînê bûye. Her du keleh jî ji hev xuya bûne. Lê niha keleha Marînê herifiye û hatiye xirakirin. Di wê demê de her du xwîşkan bi rêya agir û dûmanê îşaret didan hev, têkilî danîne û bi hev re axivîne.” Ev jî çîrok û mîtolojiya vî bajarî ye.

7 dêr li Marînê hene

Heft dêrên li gund hene û hêj li ser pêyan in. Lê ji van dêran tenê navê Dêr Melk, Dêr Xerabê, Dêr Çapk, Dêr Seydk û Dêr Marg (Dêr Evgîn) ji aliyê gundiyan ve tê zanîn. Dêrên heyî li ser pêyan in. Lê xisarên mezin dîtine. Tenê yek ji van dêran Dêra Mor Evgîn di salên dawî de ji aliyê cemaeta asûrî-suryaniyan ve hatiye restorekirin û niha lê îbatet tê kirin. Dêra Mor Evgîn beriya niha bi hezar û 700 salî ji aliyê Rahîb Mor Evgîn û şagirtên wî ve hatiye avakirin. Perestgeh an jî Dêra Mor Evgîn li kuntarê Çiyayê Tûr Abîdîn e. Bi qasî 500 metroyî ji beriyê dûr e. Ev dêr jî ji şikeft û avahiyên hatine çêkirin pêk tê. Yek ji perestgeha herî dîrokî ya vê herêmê ye. Mor Evgîn di belgeyan de jî tê gotin ku yek ji ezîzê ola xiristiyanî ye ku mizgînerê încîlê ye.