Li bajarên Silêmanî û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê bi pîleya 4,9 û li bajarê Qesrî Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 4,6 doh danê sibehê erd hejiya.
Hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê ji ber erdhejê ziyana madî rû daye.
Erdhej doh li gorî dema herêmê saet di 08:55’an pêk hat, lê li ser encamên wê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Erdheja bi pileya 4.6 li bajarê Qesrî Şîrîn yê Rojhilatê Kurdistanê li bajaroka Kelar a Başûrê Kurdistanê jî hat hêskirin. Bi gotina pisporan erdheja Kelarê jî mîna heman pileya erdheja Qesrî Şîrîn bû.
Roja 12’ê Mijdarê li herêmên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erd hejiyabû û bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabûn, bi hezaran xanî jî xera bûbûn.
SILÊMANÎ