'Xêra wan ji bo Kurdan nîne'
Welatiyê bi navê Şemseddîn Koyuncu diyar kir ku 40 sal e, li Êlihê dijî û AKP'yiyan tu feyde nedane Êlihiyan. Koyuncu da xuyakirin ku Ekmen di dema parlamenteriya xwe de tu xizmet ji Êlihê re nekiriye û got, "Ger ji bo gelê kurd û Kurdistanê bixebitin emê karibin bêjin, 'Alîgirên me ne'. Timî xwe ji bo pereyan firotiye. Em naxwazin bibe şaredar."
'Em dengê xwe nadin wî'
Welatiyê bi navê Naîf Altunişik jî diyar kir ku 23 sal in, li Êlihê dijî, Ekmen û kalikên wî ji bo van xakan û gelê mezlûm tiştek nekiriye . Altunişik da xuyakirin ku Ekmen timî daye pey berjewendiyan û wiha axivî, "Mîna berê di roja me de jî xwe firotine dijmin. Ji sîstema axatiyê tên. Eger di nav gelê xwe de cih girtiba wê tu helwestek me li hember çênebiba. Ez naxwazim kesekî ji bo gelê xwe nexebite bibe şaredar." Welatiyê bi navê M. Şah Altuboga jî destnîşan kir ku tu feydeya Ekmen û malbata wî neditîne û axaftina xwe wiha dewam kir, "Endamê Êlihê tenê ew jî be ez dengê xwe nadimê. Ew timî li berîka xwe dinêrin û ji bo berjewendiyên derdora xwe dixebitin."
'Li vir tenê BDP heye'
Hayrettîn Tapkan jî diyar kir ku Ekmen ê 5 sal in parlamenterê Êlihê ye, rojekê jî di nav gel de nedîtine û ji bo qezenckirinê şansê wî pir kêm e. Tapkan got, "AKP Ekmen mezin dike. AKP kê bîne bila bîne nikare qezenc bike. Li vir tenê partiyek heye ew jî BDP ye." Helwestên welatiyan ên li hember Ekmen ku bi vî awayî zêde dibin, niştecihên gundên Zorko, Sêgirka û Zorava jî îdîa kiribûn ku malbata Ekmen bi belgeyên sexte 4 hezar û 500 donim erdê wan ji wan wergirtiye û ev 60 sal in nikarin bi kar bînin
BÎLAL GULDEM/ÊLIH-DÎHA