Parlamenter Tosun: HDP divê di tevahiya plansaziyên xwe de û nexasim jî li Kurdistanê di çalakiyan hemûyan de Kurdî û şêwezarên wê esas bigire. Li Kurdistanê tevahiya hilbijartiyan û rêveberên di her astê de divê bi zimanê dayikê biçin cem milet û pê re bidin û bistînin
Parlamentera HDPʼê Remziye Tosun bi sernavê Kongreya Hêviyê ji malpera Nûpel re nivîsiye. Di vê nivîsê de Tosun behsa Civata giştî ya 4ʼan a HDPʼê dike ku wê 23ʼyê Sibatê bi rê ve biçe. Lê aliyê herî zêde balê dikişîne ser xwe yê nivîsê li ser Kurdî ye. Ji ber ku sibe Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê ye jî me muhim dît vî beşî bi we xwînerên xwe re parve bikin. Dengbêj Meryem jî gava behsa hunerê xwe dike, zimanê dayikê û parastina wî derdixe pêş: “Ez bi dengbêjiyê zimanê xwe diparêzim.“
Parlamneter Tosun di destpêka nivîsa xwe ya di malpera nûpel de dibêje, kongreyên bihurî tevî zordariya dewleta Tirk jî bi coşeke mezin a xelkê bi rê ve çûne. Bi ya wê, “HDPʼê bi stratejiya xwe ya em ê li Kurdistanê bi ser kevin û li Tirkiyeyê bikin ku yên din bi bin kevin, çûye serî, bloga faşîst a AKP-MHPʼê bi paş ve çû.”
Ji ber vê jî li gorî parêamenter Tosun dewleta Tirk êriş biriya ser pêkhateya herî xurt a bloga demokrasiyê HDPʼê. Lê tevî vê jî têkoşîna HDPʼê dewam kiriye û wê li bajar û herêman kongreyên xwe yên beriya civata giştî jî bi pêşniyaza çareseriyê ya “têkoşîn û berxwendana hevpar û ji bo vê jî xwebirêxistinkirin” bi dawî kiriye.
Yek ji mijarên girîng ew behsa wan dike jî tecrîdkirina Abdullah Ocalan e: “Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina tevahiya miletê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e.” Bi ya wê ya ku wê tecrîdkirinê bidawî bike jî xwebirêxistinkirineke xurt e. Gotineke wê ya dêhnê xwerexnekirinê lê dikeve jî ev e: “Weke pêşengên miletê Kurdher kesê ku di nava HDPʼê de siyasetê dike, divê xwe di vê meseleyê de berpirsiyar bibîne û ji bo tecrîd bişike, têbikoşe.”
Li Kurdistanê esas divê Kurdî ne
Beşa nivîsa wê ya elaqedarî Kurdî di heman demê de elaqedarî yekîtiya neteweyî ye jî: “HDP yek ji pêkhateyên yekîtiya neteweyî ye, ji ber wê jî hem di warê biserxistina yekîtiya neteweyî de di asta herî li jor de ew be berpirsiyar be jî ew plansaziyên xwe dike da ku girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd ji pêkhateyên xwe re bibêje û bi tevahiya miletên Tirkiyeyê re jî minaqeşe dike.
Pirraniya dengdêr û çalakgerên HDPʼê ji miletê Kurd e, ji ber wê HDP divê di tevahiya plansaziyên xwe de û nexasim jî li Kurdistanê di çalakiyan hemûyan de Kurdî û şêwezarên wê esas bigire. Li Kurdistanê tevahiya hilbijartiyan û rêveberên di her astê de divê bi zimanê dayikê biçin cem milet û pê re bidin û bistînin…”
Em nizanin ka ev xweziyek e, yan jî bi rastî wê HDP ji bo biryareke wisa gavên pratîkî biavêje yan na. Lê Civata Giştî ya ku parlamenter Remziye Tosun di nivîsa xwe de behsa wê dike, wê vê yekê nîşan bide. Bi rasthatina roja zimanê dayikê ya cihanê jî em hêvî dikin ya ku ew dibêje, “divê bibe”, bi rastî jî bibe.
Bi dengbêjiyê Kurdî diparêze
Rêvebera DÎSA-DER, dengbêj Meryem Tuncer ji bo Kurdî tune nebe bang li malbatan kir û got: “Ez ji temenê biçûk de dengbêjiyê dikim. Ez bi dengbêjiyê zimanê xwe diparêzim û dikim ku bimîne.”
Rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand, Huner û Ziman (DÎSA-DER) ya li Wanê, Meryem Tuncer der barê vê roja zimanê dayikê ya cihanê de axivî û got, “Her zindî bi awayekî xwe îfade dike û mirov jî bi gotin û mîmîkan xwe îfade dikin. Kurd bi hezar salan e li ser vê erdê ne. Gel bi nasname, ziman û çandên xwe ji hev cuda dibin. Dewlemendî û cudahî hene. Ji bo em cudahiya xwe biparêzin jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Yek ji îsbatkirina hebûna mirovan jî zimanê dayikê ye.”
Tevî înkar, îmha û asîmîlasyonê, Kurdî li ber xwe dide. Lê ji bo Kurdî bimîne divê bêhtir li ber xwe bide. Ji bo ziman bimîne roleke mezin dikeve ser milê jinan. Jin mamosteya malê ye. Zimanê ku mirov li malê ji dayika xwe fêr dibe, ti sazî û komele nikare fêr bike. Divê jin hemû bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”
Helbet em ne bi vê fikra Dengbêj Meryem re ne, lewma ne tenê jin, mêr jî divê hem li nava malê û hem jî li derveyî malê bi zarokên xwe re û zarokên xelkê û bi xelkê re bi Kurdî bipeyivin.
NAVENDA NÛÇEYAN