Rayedarên leşeriyê li malbatê geriyan û diyar kirin ku kurê wan di saetên şevê de bi tifinga G-3'ê dawî li jiyana xwe anîye. Piştî cenazeyê Borak rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê û otopsî hate kirin, malbatê cenazeyê xwe wergirt u li Goristana Civuşlu ya Akdenîza Mêrsînê defin kirin. Malbata Borak bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ew bawer nakin ku kurê wan întîhar kiribe û difikirin ku kurê wan hatibe kuştin. Di rapora otopsiyê ya Nexweşxaneya Leşkerî de hate diyarkirin ku Borak tifin xistiye bin çenga xwe û dawî li jiyana xwe anîye. Lê xalê Çetin Borak Turan Demîr, anî ziman ku ji jor de gule bera serê xwarziyê wî dane û rapora Nexweşxaneya leşkerî re nast e. Xalê Çetîn Turan Demîr bertekên xwe wiha anî ziman: "Çetîn rojek beriya bûyerê li min geriya. Got leşkerî Stenbolê û yê Derya Reş gefan li min dixwe. Piştî vê yekê agahiya kuştina Çetîn ji mere hat. Em bawer nakin ku Çetîn întîhar kiribe. Em bawer dikin ku Çetîn ji aliyê leşkerên Stenbol û Derya Reş ve hatibe kuştin. Her wiha gule ji bin çengê ve li Çetîn neketiye. Ji jor ve gule bera Çetîn dane û kuştine." Hevalekî Çetîn ê taxê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku dema Çetîn hate destûrê digot 'Leşker her tim gefan limin dixwin û neheqiyan li min dikin' û wiha got: "Tu sedema ku Çetîn întîhar bike tuneye." Parêzerê Çetîn Emrullah Şan jî anî ziman ku dê bûyerê bipirsin û ronî bikin. DÎHA/MÊRSÎN
Li leşkeriyê hatiye kuştin