Hêzên Xelîfe Hefter ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dikin û hikumeta Îslamî ya navenda wê li Trablûsê ye û Tirkiye li pişta wê ye, pêşniyara agirbestê qebûl kirin.
Hêzên Mareşal Xelîfe Hefter banga agirbestê ya Moskowa û Enqereyê roja Şemiyê qebûl kir.
Hêzên Xelîfe Hefter daxuyaniyeke kurt têkildarî mijarê dan û hişyarî kirin, “Eger aliyê dijber agirbestê binpê bike wê bersiveke tund bê dayin.”
Piştî vê daxuyaniyê, hikumeta yekîtiya neteweyî ya ku navenda wê li Trablûsê ye, sibeha Yekşemê ragihand ku ew agirbestê qebûl dikin.
Serkêşê hikumetê Fayîz el Sarac ragihadn ku ji 12’ê Çileyê roja Yekşemê saet 00:00 û pê ve li gorî agirbestê tevbigerin. Sarac diyar kir ku li dijî êrişên gengaz wê mafê ‘parastina rewa’ bi kar bîne.
Ji dema ku NATO’yê bi rengekî giran rejîma Muhammed Kaddafî têk bir, ji sala 2011’an û vir ve Lîbya di nava kaosê de ye. Lîbya niha bûye du parçe û rojhilatê Lîbyayê ji aliyê Parlamenta Lîbyayê ya ku navenda wê li Tobrûkê ye tê birêvebirin, paytext Trablûs jî di destê hikumeta Yekîtiya Neteweyî de ye.
Her du alî jî ji hêzên cuda piştgiriyê werdigirin. Dewleta Tirk û Qatar piştgiriya hikumeta Îslamî dikin ku navenda wê li Trablûsê ye. Misir, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Rûsya, û Fransa jî piştgiriya hêzên Hefter dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN