Fisk rewşa dawiyê ya Lîbyayê wiha şîrove kir; „Tu kesek artêşa Lîbyayê fesh nake. Heta niha tu kesek behsa wê yekê nake ku wê alîgirên Qedafî di nava dahatûya Lîbyayê de cih negirin. Kesek kêmasiyên me li Iraqê kir dubare nake. Ji bo Lîbyayê leşkerên biyanî tune ye. Zombiyên di Herêma Kesk a derdora wê li Bexdayê dîwarkirî ve nayê birêvebirin. Her kes dibêje ‘Her tişt di dest Lîbyayiyan de ye’. Lê gelek dîplomatên biyanî, nunerên şîrketên petrolê, leşkerên bi pereyên giran hatine girtin ji xwe re weke şêwirmend nîşan didin û Înglîz û Fransî karên bi guman dikin û Bi leşkerên xwe ve Bîngaziyê kirine weke Herêma Kesk a Lîbyayê.
Dibe ku li vir weke li Herêma Kesk, dîwar tune bin. Lê ev kesên ku xwe weke begên siyasetê dibînin, bi qehremanên li herêmê Lîbyayê bi rê ve dibin. Dibe ku em bûyera kuştina fermandarê xwe ya beriya çend hefteyan ji nedîtî ve werin, lê ger ev kesane navika xwe bi Rojavahiyan ve girê bidin, ew jî nikarin xwe li ser lingan bigirin.“

Pêşbazî destpê kir 
Tirkiyeyê ragihand ku ew ê div ê hefteyê de Koma Temasê ya Lîbyayê li Stenbolê bicivîne. Serokkomarê Fransayê Nîkolas Sarkozy jî duh li Parîsê rêberê muxalîfan Mehmûd Cîbrîl pêşwazî kir. Hat zanîn ku di hevdîtina Sarkozy û Cîbrîl de Lîbyaya piştî Qedafî hat gotûbêjkirin.
Sarkozy ragihand ku wê di nava 10 rojan de civînek bi beşdariya 30 rêberên cîhanê li Parîsê were li dar xistin û wê ‘Konferansa Dostên Lîbyayê were lidarxistin.”
Qetara ku her ku diçe navê wê derdikeve pêş, duh jî malovanî ji civînek a derbarê Lîbyayê de kir. Ji rêberên muxalîfên Lîbyayê Cîbrîl roja bihûrî li paytexta Qetar Dohayê daxuyaniyek da û got; “Em ligel hemû birayên xwe yên Lîbyayî Lîbyayek nû û demokratîk ava dikin.”
Cîbrîl ragihand ku wê DYA, Franse, Îngilîstan, Îtalya, Tirkiye, Qetar û Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb (MYE) beşdarî civîna bilind bibin.
Her wiha rêveberiya Qetarê jî ragihand ku Konseya Netewî ya Lîbyayê, ji bo nunertiya Lîbyayê ji bo civîna Konseya Yekitiya Ereban ku wê di roja Şemiyê de li Qahîreyê li dar bikeve hatiye vexwendin.
Her wiha Serbalyozê muxalîfên Lîbyayê yê Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb (MYE) Arif Elî Nayid diyar kir MYE û Qetar wê di xebatên ji nû ve avakirina Lîbyayê de xwedî ciheke girîng bin. EYE di çaremîn civîna Koma Temasê ya Lîbyayê de ya li Stenbolê hatibû lidarxistin weke hevserok beşdar bibû.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlusconi li Romayê Cîbrîl dihewîne. Her wiha Stenbolê malovaniya civîna Koma Temasê ya Lîbyayê dike. Dihat plankirin ku civîna pêncemîn a Koma Temasê ya Lîbyayê ya ku Tirkiye û DYA jî di nav de bi giştî ji 40 welatan pêk tê, li New Yorkê wer lidarxistin. Lê ji ber lezgîniya hilweşandina rejîma Qedafî biryar dank u li bajarê Stenbol ê Tirkiyeyê civînê li dar bixin. Di civînê de tê plankirin ku “Plana Çalakiya Hevpar” were amadekirin. 

AMSTERDAM