Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku kesên li navçeya Liceyê ji aliyê leşkeran ve dihatin binçavkirin û pişte li çol û çiyê dihatin qetilkirin. Welatî da zanîn ku gora Qurmikê wekî gora kesekî tê zanîn, lê gelek kes lê hatine definkirin. Ji ber ku wê demê cenaze dihatin şewitandin gor biçûk xuya dike."
Li gundê Sisê û Dêrxustê jî li herêma daristanî dîsa 3 gorên demê cuda û aydî kesên cuda heye. Li gorî çavkaniyên herêmê li nêzî gundê Sisê ku wekî navê Eyntenûrê tê zanîn di sala 1996'an de pevçûn derket û di pevçûnê de cenazeyê PKK'iyê ji gundê Ok'ê û Tireloyê hatin qetilkirin û li ir hatin definkirin. Li jora gundê Sîsê ku wekî herêma "Kaniya Serkîsê" (Eyndiwêl) gorek din heye. Di vê gorê de cenazeyê endamê PKK'ê yê bi navê Felat Malatya heye.
Gora sêyemîn jî li herêma çiyayî ya gundê Dêrxustê li qada Alanê ye. Di şerê sala 1994'an de pevçûn derket û 3 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku ji 3 endamên PKK'ê yek jê ji navçeya Liceya Amedê Mehmet Bozkuş (Çiya) ye.
AMED