Li herêmê di pevçûnên salên 1990’an de endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan an li cihê pevçûnan dihatin hiştin an jî bi kepçeyan bi komî dihatin veşartin. Şahidên herî mezin yên ku cenazeyên qaden pevçûnan dihatin hiştin, gundiyên derdorê bûn. Li gel hemû talokeyan car caran gundiyan cenazeyên li herêmên pevçûnan dihatin hiştin defindikirin. Li gorî agahiyan, li çoltarên navçeya Lîceyê ya Amedê, di salên 1990’an de di du pevçûnên derketî de, 6 endamên PKK'î jiyana xwe dest dan. Tê gotin ku cenazeyên PKK'iyan li herêma pevçûnên hatin hiştin.
Cenazê di bin daran de ne
Di pevçûna di sala 1993'yan a li çoltarê Mezraya Mewkan a gundê Comelaşê yê navçeya Lîceyê de 5 endamê PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Gundiyan anî ziman ku piştî pevçûn ew çûn cihê bûyerê û 2 cenazeyên endamê PKK'ê dîtin e. Gundiyan bilêv kir ku wan 2 cenazê li Girê Çala Efyonê di bin darên simaqê de definkirin û cenazeyên din jî li aliyê din ê gir man.
AMED