Şaredariya bajaroka Lîzê ya navçeya Kopê ya Mûşê di çarçoveya kampanyaya KCD'ê ya "Jiyana duzimanî" de di ketin û derketina bajarokê de tabelaya bi Kurdî û Tirkî ya "Hûn xêr hatin bajaroka me" daliqand. Şaredariyê berê jî navên yekîneyan bi Kurdî nivîsandibû.
Şaredarê Lîzê Mehmet Yaşik têkildarî mijarê de axivî û diyar kir ku ew dê li her qadê jiyana duzimanî pêk bînin û di xebatên xwe yên şaredariyê de jî pirzimaniyê esas digirin. Yaşik, anî ziman ku jiyana duzimanî bêyî dewlet sererastkirina bike divê di qada jiyanê bikeve dewrê û wiha got: "Tu kes bajaroka me bi navê nû nizane. Hemû kes bi navê 'Lîz' dizanin. Em jî ji ber vê yekê di ketina bajarokê de tabeleyên 'Hun bi xêr hatin' û 'Serçava' daliqandin. Me xwest ku ji welatiyên li bajarokê dijîn re bi zimanê wan bêjin 'hun xêr hatin' Yaşik, anî ziman ku jiyana duzimanî biryarekî gava xweseriyê ye û wiha axivî: "Divê kesên tin vir bizanin ku 'ziman û çandên din dijîn' Ev tabela welat perçe nakin. Gelan li hev tînin û demokrasiyê ji welat re tîne."
MÛŞ