ALADÎN SIYANÎÇ / LONDON

Pêşangeha bi navê “Rêya di Kurdistanê re” li paytexta Brîtanya Londonê bi resepsiyonekê hat vekirin. Pêşangeha ku li P21 Gallery hatî vekirin ji xebatên 18 hunermendan pêk tê û dê heta 26´ê Cotmehê vekirî be. Di xebatên hunerî yê pêşangehê de tevî dîrok, nasname û zilma li ser Kurdan, êş û qirkirina li du Seddam û DAIŞ´ê mayî tê nîşandan.

Pêşangeha “Rêya di Kurdistanê re” ya ku ji hela weqfa Gulan ve hatî amade kirin û ji xebatên 18 hunermendan pêk tê, roja Pênceşemê li P21 Gallery bi resepsîyonekê hat vekirin. Weqfa Gulan ya ku li Londonê xebatên çand û hunera Kurdî bi pêş dixe di çarçoveya pîrozkirina 10 saliya xwe de ev pêşangeh û rêzeçalakî amade kiriye. Di resepsiyonê de kuratorên pêşangehê Mariwan Jalal û Richard Wilding jî di nav de gelek kes amade bûn.   

Êş û Enfal

Marîwan Jalal (Merîvan Celal) di heman demê de yek ji 18 hûndemendan e jî. Marîwan Jalal ji sala 2002´yan ve li Londonê dimîne, jibo xebatên xwe û pêşangehê ew dibêje, “Îlhama van xebatên ku di vê pêşangehê de tê nîşandan ji herêma ku ez lê mezinbûyî, ya ku tim bûyî qada şer, tê. Di xebatên xwe de min şidet û karesata di dîrokê de keşf kiriye. Ez li ser dagirkerî, penaberî û rûxandina ku bi çavên xwe bûme şahid û bandora vê rejîma hov ya li ser insanên bêsûc hizirîme.”

Wêneyên hunermend Osman Ahmed ên qelema reş li ser kaxizê, bi navê ´Şahidî´ tên nîşandan. Ev 44 wêne şahidiya kesên ji Qirkirina Enfala 1988´an dibêje. Di vê qirkirinê de bêhtirî 180 hezar Kurdistanî hatin qetilkirin. Ew dibêje, “Piraniya wêneyên min ji bîra min û serpêhatiyên ku min bi çavê xwe şahidç êio wan kirî, tên. Ez ne tenê komkûjiyê qeyd dikim, bi awayekî bêdeng vê êşê bi awayekî afirînerî lêdikolim.”

Dara Ola jî ji Silêmaniyê ye û li Viyenayê dimîne, ji bo xebatên xwe ew dibêje: “Ev wêneyên min şewqa mezintirîn sûcê mirovahiyê yê cîhanê ne, avabûna DAIŞ´ê ye.”

Bronz û kevir

Yek ji înstalasyonên di pêşangehê de ´Serdema Cîhanê, 2019: Bronz û kevir´ e. Baldin Ahmed ew çêkiriye. Ahmed ji bo vê înstalasyonê dibêje, “Ev înstalasyon, peyama hez kirinê ya Mezopotamya qedîm dide ya mîrasa mirovahiyê ye, îro gefên hêzên radîkal li dijî wê hene.”

Pêşangeh dê heta 26ê Cotmehê ji hezkiriyên hunerê re vekirî be. Di heman demê de di nav van rojan de gelek rêzeçalakî wekî nîşandana filman, komxebat û panel jî werin lidar xistin.