Şev hefteya borî li Navenda Pêragehiştina Salane ya Neteweyî li bajarê Los Angeles hate lidarxistin. Şahî bi armanca xweşbînî û hevnasîna di nava neteweyên cûda de hate organîze kirin. Yekemîn bernameyê navendê jî bo Kurdan hatibû veqetandin û bi vêna jî şeva Kurdistanê hat sazkirin. Çalakvana Mafê Mirov Sureya Felah, derbarê cografya, dîrok, kultur û şaristaniyeta Kurdistanê de axaftinek kir û piştre derheqa ziman, ol û dab û nerîtên Kurdî de li navçeyên cuda yên Kurdistanê de agahî dan beşdarvanan. Cihê birêveçûna merasîmê, bi tablo û alavên kulturî û kelepurî yên Kurdewarî hatibû xemilandin, herwiha stran û reşbeleka Kurdî jî coşeke din da Şeva Kurdistanê di nav biyaniyan de.
LOS ANGELES