Pêkhateyên HDK li bajarê Lozan ê Swîsreyê, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiya li meydana St. Françoîsê de daxuyaniyek hat dayîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, bi sedan Kurdistanî li ber buroya Wezîrê Karên Derve Stephane Dîon li hev civiyan. Girseya gel, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di çalakiyê de hat xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin. n
LOZAN/MONTREAL