Bi sedan Kurdistaniyên li Lubnanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Li ser banga TEV-DEM`ê, Kurdistaniyên li Lubanê, li gundê Berliyas a Beqaa kom bûn û rojbûna Ocalan pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê, rêveberên TEV-DEM`ê yên li Lubnanê Cemîl Xalid û Pîroz Cûdî axîvin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û teqez kir ku rojbûna Ocalan rojbûna azadî û mirovahiyê ye.

Her du rêveberan bal kişand ser rewşa Bakurê Sûriyê û got: "QSD niha meşa têkoşînê ber bi azadiyê ve didomîne. Artêşa dagirker a Tirk hewl dide herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike û gelên Bakurê Sûriyê bixe ber komkujiyan. Lê hewldanên dagirkeriya Tirkiyê wê têk biçin û hêzên ku nûnertiya gelê Sûriyê dikin wê bi ser bikevin”.

Piştî axaftinan, komên hunerî derketin ser dikê. Şahî bi gotina sloganên daxwaza azadiya Ocalan û silavkirina berxwedan QSD`ê li bereyên şer, bi dawî bû. 


BEYRÛT