Beşê Zabîte yê Şaredariya Gel a navçeya Mabata ya Kantona Efrînê ji bo ku gel berê xwe bide ser sindoqên hilbijartinan, 20 pankart daleqandin.
Beşê Zabîte yê Şaredariya Gel a navçeya Mabata ya herêma Efrînê û Mûdîrîyeta Enerjiyê dest bi daleqandina pankartên derbarê hilbijartinan de kir.
Pankart li ser rêya gundê Mabata û kolanên sereke, kolanên tên ser gundê Şêxo Teka, Gemrûk, Emara, Efraze, Qentera, Ereba, Misteşûra, Mîrkan û Kaxira yên girêdayî navçeya Mabatayê hatin daliqandin.
Hilbijartinên hevserokatiya komûnan li Bakurê Sûriyê 22´ê vê mehê li dar dikevin.
EFRÎN