Bi qasî 200 Kurdistanî, ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, duh êvarê li Meydana Mollevangstorget a bajarê Malmo li hev civiyan.

Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk li vir axivîn û dan xuyakirin, ku 28 sal piştî komkujiya Helebçeyê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirinê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Qisekeran bang li Neteweyên Yekbûyî û tevahiya civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina van operasyonên qirkirinê bikevin nava tevgerê. Elî Cizîrî li ser navê Komîteya Amadekar peyivî û bibîr xist, ku ya rejîma Saddam beriya 30 salan li Kurdan kir, îro dewleta Tirk li Kuredan dike.  Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Hesabê komkujiyan wê were pirsîn”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


AKP li Freîbûrgê hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên AKP’ê li Bakurê Kurdistanê dikin, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê ve hat organîzekirin. Di çalakiya li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê de tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Erdogan ê kujer ji Kurdistanê bicehime” hatin qîrîn. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin. 


 MALMO /FREÎBÛRG