Nûnerên NAV-DEM’ê di bîranînê de axivî û da zanîn ku Hakî Karer, Mustafa Karasungur û hemû şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane, têkoşîn anîne asteke girîng û wiha got: “Tevgera Azadiya Kurd û Şoreşgerên sosyalîst neçarin têkoşînê mezin bikin. Îbrahîm Kaypakkaya di zindana Amedê de gotiye ‘bijî şerê şoreşger yê Kurd û Tirk. Hedefên me yekin.”
Nûnerê NAV-DEM’ê balkişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got wek Rojava divê em di van hilbijartinan de di bin sîwaneya HDP’ê de bi hev re tevbigerin.
Nûnerê ATÎF’ê jiyan û sekna Kaypakkaya vegot û da zanîn ku Îbo, Kemal Pîr, Hayrî, Mazlum û Ferhat di heman zindanê de ji bo edeletê nemir bûn, divê em xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.
MANNHEÎM